Li Amedê civîna 'yekitiya neteweyî' 2019-12-05 13:46:22 AMED - Partiyên kurd ku bi rojeva yekitiya neteweyî li Amedê li hev civiyan, tê payîn ku biryarên girîng bigirin.    Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva 'yekitiya neteweyî' li Navenda Giştî ya Partiyê Herêmên Demokratîk ya Amedêhatin gel hev. Li gel ku banga tevlîbûna civînê li wan hat kirin jî nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) civînê nebûn.    ‘NE PARTÎ GELÊ KURD ESAS BÊ GIRTIN'   Tê payîn ku di civîna ji çapemeniyê re girtî pêk tê de, dîrok û naveroka komxebata ku bi beşdariya partiyên ku li herêmê û Tirkiyeyê siyaset dikin bê lidarxistin û nexşerêyek bê avakirin, bê diyarkirin. Her wiha di civînê de tê armancakirin ku naveroka hevdîtinên heyetên ku bên avakirin û li Ewropa, Herêma Federa ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinan bikin, bê nirxandin. Hat diyarkirin ku di civînê de li şûna pêşaniyên alî, partî û rêxistinan dê pêşaniyên gelê kurd esas bên girtin.