Polîsên beşdarî danişînê nebûn îfadeyên wan li dadgehên cuda hatine sitendin 2019-12-05 13:32:47 AMED – Di danişîna doza teqîna mitînga HDP’ê ya Amedê de daxwaza parêzeran hat redkirin. Derket holê ku 5 polîsên beşdarî danişînê nebûne parastina wan li dadgehên cuda hatine girtin.  DAIŞ’ê di 5’ê Hezîrana 2015’an de di mitînga HDP’ê ya Amedê de bombe teqandibû. Têkildarî êrişa bombeyî derbarê 19 polîsan de doza “Wezîfeya xwe nebaş kirine” hatibû vekirin. Danişîna 8’emîn a dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê hat dîtin. Bersûc tev li danişînê nebûn û xizmên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen û rêveberên ESP’ê doz şopandin.    BERIYA DANIŞÎNÊ ÎFADEYÊN WAN HATINE GIRTIN   Hat zanîn ku ji van 19 polîsên tên darizandin parastina 5 polîsan ku tayîna wan derxistibûn cihê cuda parastina wan hatiye girtin.    PARÊZERAN PARASTIN KIR    Parêzera mexdûrên teqînê Nadîde Kurul da zanîn ku angaştnameya derbarê 5 polîsan de hatiye amadekirin ne li gorî qanûnan e û xwest ev polîs li dadgeha cezayê giran werin darizandin.    Parêzer Zeynep Işik jî xwest ku çawa beşdariya HDP’ê ya doza li Enqereyê tê dîtin hatiye qebûlkirin divê dadgeha Amedê jî beşdariya HDP’ê ya dozê were qebûlkirin.      Parêzer Gurbet Yavuz jî anî ziman ku îfadeyên polîsan ên li dadgehên cuda hatine girtin li dijî rêgeza hevrûbûnê ye û xwest bersûc di danişînê de amade bin.    'EM DIXWAZIN TEV LI DOZÊ BIBIN’    Naciye Guzel, Remziye Yildiz, Gulistan Yildiz, Fesîh Karakoç, Yalçin Soner, Selahattîn Bekçî, Ceylan Arslan, Mazlum Arslan, Askerî Yildirim, Delal Fîdan û Adalet Sevîl ên di teqînê de xizmên xwe winda kirin û birîndar bûn jî beşdarî danişînê bûn û gilî kirin.    Naciye Guzel anî ziman ku birayê wê di mitîngê de jiyana xwe ji dest daye û xwest sûcdar werin cezakirin û xwest bersûc tev li danişînê werin kirin.    Remziye Yildiz, Şaban Aslan, Fesîh Karakoç, Yalçin Soner û Ceylan Aslan jî axivîn û xwestin bersûc û kujer werin cezakirin.    DAXWAZ HAT REDKIRIN    Dadger piştî navberê danişînê dewam kir, daxwaza ku bila bersûc li dadgehê îfade bidin red kir û danişînê taloqî 5’ê adara 2020’an kir.    'EM Ê DOZÊ BIŞOPÎNIN’    Piştî danişînê HDP’yî û malbatan li ber dadgehê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen li ser navê malbatan axivî û diyar kir ku konsepta êrişa di 2015’an de li dijî HDP’ê pêk hat îro jî didome û got: “Me xwest ku em jî tev li dozê bibin. Ji bo ew polîsên karê xwe nebaş kirine werin cezakirin em ê dozê bişopînin. Em dixwazin raya giştî hestiyar be.”