Rojnameger Yûsûf Topaloglû hat girtin 2019-12-05 13:28:50   SEMSÛR - Rojnameger Yûsûf Topaloglû yê li Kolikê hatibû binçavkirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin rojnameger Haci Yûsûf Topaloglû yê di 27’ê Mijdarê de li navçeya Kolik a Semsûrê hat binçavkirin, 6 roj şûnde sewqî Edeliya Semsûrê hat kirin. Topaloglû piştî îfade da dozger, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hat kirin. Topaloglû li ser îfadeya “Şahidê nepen” û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.    Dadgehê Topaloglû şand Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.