Onlu: Ma serjêkirin kevneşopiya dewletê ye? 2019-12-05 13:21:08   DERSÎM - Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alican  Onlu, têkildarî serjêkirina mirovan pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay bibersivîne.  Onlu, ji bo Oktay bibersivîne pirsa "Di salên 37-38’an de eskerên bi pere yên bi navê ‘Seydvanê seriyan" şandine Dersîmê ya na? Ji bo serê mirovan ên li Dersîmê hatine jêkirin, pere û zêr dane eskeran ya na? Ji bo vê yekê çavkanî ji butçeya dewletê hatiye veqetandin?" pirsî.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dersîmê. Alîcan Onlu, têkildarî belgeyên ku Diroknas Zeynep Turkyilmaz, der barê komkujiya Dersimê de bi dest xist pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne. Onlu, anî ziman ku Dîroknas Zeynep Turkyilmaz, belgeyên ku ji rojnîskên eskerekî di serdema 38’an de nivîsîbû bi dest xistiye û di rojnivîskê de qala komkujiyê dike. Onlu, anî ziman ku di rojnivîska 9'ê Îlonê de dibêje: '9'ê Îlon: Em li çiya û daristanê geriyan û hatin deştê. Boluka me serê Serokê uşakên Şamê Şeytan Alî û gelek însanên din anî' Ev agahî di pirtûkxaneya Ataturk a înternetê de heye. "    Onlu, anî ziman ku di rojnivîska eskerê bi navê Yusuf Kenan Akim ê ji Semsûnê di navbera 27 Tîrmeh û 25'ê îlonê de di rojnivîska xwe de gotiye:    “3'ê Îlon, em li Navçeya Cevizlî ne. Saet di 7an de me li tenişta avekê bi cih bûn. Lê ji ber nava çem bi cenazeyên mirovan tijî bû, em ji tîna mirin.    11 Îlon, Em îro jî li çiyê digerin. Ji cenazeyên mirovan mirov nikare têkeve çeman.    12 Îlon: Em vê sibê zû rabûn. Em dîsa li çiyê digerin. Em her roj seriyan jê dikin...    10 Îlon. Îro jî em li çiya û daristanê geriyan. Boluka me serê kêmaran anî. Bolukek din jî serê Seyithan anî. Ji boluka me eskerekî bi navê Ruşen heye. Hemû seriyan ew jê dike.    15 Îlon. Gundê Yan yazi: Me îro li gundê Sogutlu, lêgerîn kir. Me mirovên bi şik kom kirin. Me serokê Uşakên Koç Îbrahim Axa di çem de da ber guleyan û kuşt.."   Onlu, têkildarî komkujiya Dersimê ev pirs pirsîn:    * Ji bo ronîkirina Komkujiya Dersimê dê tu xebat bê kirin?  * Hûn de têkildarî bûyerên Dersimê arşîva dewletê vekin ya na? Ji bo agahiyên şahidên bûyerê hûn kom bikin tu hewldana we heye?  * Di salên 37-38’an de eskerên bi pere yên bi navê ‘Seydvanê seriyan" şandine Dersîmê ya na? Ji bo serê mirovan ên li Dersîmê hatine jêkirin, pere û zêr dane eskeran ya na? Ji bo vê yekê çavkanî ji butçeya dewletê hatiye veqetandin?" * Di salên 37-38’an de li Dersimê ji bo serjêkirina Dersimiyan pere û zêr dane esker û sivîlan? Têkildarî vê yekê tu lêpirsîn hatiye kirin?  * Gelek çavkanî diyar dikin ku serê Rêberê Koçgirî û Dersimê Alîşer, Zarife, teslîmî walî Abdullah Alpdogan kirine. Walî Abdullah Alpdogan ji bo serê Alişer û Zarife xelat daye ya na? Ger ku ev xelat dabe ji bo kijan butçeyê deaye.    * Bûyerên di salên 37-38’an de li Dersimê pêk hat, di salên 90’an de li bajarên Kurdan û niha jî bi destê çeteyên OSO yên îtifaqa Tirkiyeyê ne li Sûriye tê dîtin. Ma ev pêkanîn kevneşopiya dewletê ye?  Di komkjiya Dersimê de çend Dersîmî hatin kuştin?