Nûçegihanê me Çaglar di danişîna ewil de beraet kir 2019-12-05 13:19:45   MÊRSÎN - Nûçegihanê me Ergîn Çaglar, ji ber îfadeya şahid xebatên wî yên rojnamegertiyê sûc hatibûn dîtin û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz lê hatibû vekirin, di danişîna ewil de beraet kir.     Yekemîn danişîna doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a darbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ergîn Çaglar hatibû vekirin û xebatên wî yên rojnamegeriyê ji ber îfadeya şahid sûc hatibûn dîtin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Çaglar û parêzerên wî beşdarî danişînê bûn. Halîme Erdem a ku derbarê Çaglar de îfade dabû jî ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan Tîpa T a Tarsûsê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir û naveroka îdîanameyê hat xwendin. Çaglar di parastina kir de, sûcdariyên li ser xwe red kirin, diyar kir ku ew rojnamegertiyê dike û beraeta xwe xwest.    'MIN DIBIN ZEXTAN DE ÎFADE DA'   Piştre Halîme Erdem hat guhdarkirin. Erdem diyar kir ku ew Çaglar nas nake û di dema bin çavan de, dibin zextan de îfade daye.    Dozger, dûre ji bo Çaglar xwest biryara beraetê bê dayîn. Dadgehê biryara xwe aşkere kri û derbarê Çaglar de biryara beraetê da.