9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê 2019-12-05 12:41:28   ENQERE – Ji bo rakirina destnedayîna parlamenteran 9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê. 6 fezleke derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan de hatine amadekirin.    Ji bo destnedayîna 4 parlamenteran were rakirin 9 fezlekeyên nû pêşkêşî Meclîsê kirin. Ji van fezlekeyan 6 hebê wê derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan de hatine amadekirin. Her 3 fezlkeyên din jî derbarê parlamenterê AKP’ê yê Muglayê Mehmet Yavuz Demîr, Parlamenterê MHP’ê yê Meletiyê Mehmet Celal Fendoglu û Parlamentera CHP’ê ya Stnebolê Salîha Sera Kadigîl Sutlu de hatin amadekirin. Ev fezleke radestî Serokatiya Meclîsê hatin kirin.