Pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ hat qedexekirin 2019-12-05 12:12:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgehê pirtûka bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” a siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak qedexe kir.   Siyasetmedar, parêzer û nivîskarê kurd Mahmût Alinak li ser serpêhatiya Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ku di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibûn qetilkirin pirtûka bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” derxistibû. Pirtûka Alinak a ji weşanên CHA di 2017’an de der çûbû.    2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê pirtûkê qedexe kir û têkildarî vê biryara qedexeyê teblîgat ji Weşanên CHA’yê re şand.    Alinak da zanîn ku dadgehê têkildarî biryara qedexekirina pirtûka wî heta tu tiştek jê re ranegihandiye.