'Em li dijî tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin derkevin' 2019-12-05 10:47:15 WAN - Waniyan bertek nîşanî astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran a bi Lîderê PKK'ê Abdûllah Ocalan re da û ev tişt gotin: "Di şexsê Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin. Divê kurd bi hev li dijî vê derkevin."   Tecrîda girankirî ya ku ji 5'ê Nîsana 2015'an ve li ser Lîderê PKK'ê Abdûllah Ocalan dihate meşandin, bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku bi beşdariya bi hezaran girtiyan bi mehan berdewam kir re bi dawî bû. Parêzer piştî 8 salan di mehên gulan, hezîran, tîrmeh û tebaxê de 5 caran û malbatê jî 2 caran çûn Îmraliyê û bi ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina dawîn a ji 7'ê Tebaxê ve nêzî 4 mehan e bi hincetên cûda destûr nayê dayîn ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.    Welatiyen Wanê, diyar kirin ku tecrîda li Ocalan tê ferzkirin qebûl nakin û destnîşan kirin ku di şexsê Ocalan tecrîd li gelê kurd tê ferzkirin.    'TECRÎT LI KURDAN TÊ KIRIN'   Welatiyê bi navê Faîk Bîlek xwest ku zilm û şerê ku li dijî kurdan tê meşandin, demildest bi dawî bibe û ev tişt anîn ziman: "Wijdanê vê yekê qebûl nake. Em dixwazin ku tecrîda li ser Abdûllah Ocalan rabe. Divê êdî bi awayekî azad pê re hevdîtin bên kirin. Ne tenê li ser Ocalan li ser me hemû kurdan tecrîd heye. Hevşaredarên ku me bi vîna xwe hilbijaret, hatin desteserkirin. Ev hemû tecrîd in. Daxwaza me azadbûn û xelasiya ji bindestiyê ye. Em tecrîda li me tê kirin şermezar dikin."   'DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'    Welatiyê bi navê Feyroz Abî diyar kir ku aliyekî tecrîda ku li Ocalan tê kirin bê qebûlkirin tuneye û wiha got: "Daxwaza me ew e ku ev şer bi dawî bibe. Bila êdî dayik negirîn. Bila êdî ev tecrîda li ser kurdan bi dawî bibe. Divê di demeke nêzde hevdîtin bên kirin. Lewre dê kes tiştên tên kirin qebûl neke. Em ê jî qebûl nekin. tecrîdê şermezar dikin."   ‘DÊ AŞTÎ BÊ CÎHANÊ'   Welatiyê bi navê kîbar Akkoyûn bal kişand ser hewldanên Ocalan ên aştiyê û ev tişt anî ziman: "Heke Ocalan bihata berdan dê tiştên hê baştir bûna. Wê aştî bihata Cîhanê. Kî naxwaze ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Em daxwaz dikin ku êdî ev tecrîda li ser Ocalan rabe."   ‘DIVÊ HEMÛ KURD DENG DERXIN'   Welatiyê bi navê Osman Orhan destnîşan kir ku li hemû welatên kurd lê dijîn zilm û heqaret li wan tê kirin û wiha axivî: "Divê hemû kurd dengê li dijî tecrîda li ser Ocalan derxin. Bi tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên ku me bi vîna xwe hilbijart dizî ye. Divê êdî kurd bi hev re mafên xwe biparêzin. Divê li her çar parçeyan bibin yek. Heke mafên xwe neparêzin dê ev zilm her bidome."   'TECRÎDEKE LI TU DERA CÎHANÊ NEHATIYE DÎTIN'   Welatiyê bi navê Xemra Abî jî xwest ku parêzerên Ocalan demildest pê re hevdîtin pêk bînin û ev tişt got: "Hevî dikim kesên bûn sedema mirina ciwanan hêsan nejîn. Li tevahiya Cîhanê herkes girtiyên xwe ziyaret dike. Tu dewlet hevdîtinan qedexe nake. Lê dema ku Ocalan dibe mijara gotinê destûr nayê dayîn. Her carê astengiyekî derdixin. Xwedê vê zilma li ser kurdan qebûl neke."