DMME'ê Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir 2019-12-05 10:40:32 DERSÎM – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Tirkiye ji ber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” mahkum kir. Welatî Ozgur Soylemez û Suleyman Yurtdaş 11 sal berê di daxuyaniya çapemeniyê de dirûşmeya dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kiribûn. Dadgeha Tirkiyeyê ceza li wan birî bû. DMME'ê jî bi sedema "Tirkiye azadiya ramanê îhlal kiriye" Tirkiye mahkûm kir û xwest Tirkiye 4 hezar Euro tazmînat bide   Di sala 2008'an de piştî der barê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de biryara girtinê hat dayîn, li Dersîmê daxuyanî dabûn çapemeniyê. Welatî Ozgur Soylemez û Suleyman Yurtdaş, beşdarî daxuyaniyê bûbûn û di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kiribûn. Piştî daxuyaniyê der barê daxuyaniyê de lêpirsîn vekiribûn û bi îdîaya “Pesnê sûc û sûcdar daye" di 4'ê mijdara 2008’an de Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Dersimê der barê Soylemez û Yurtdaş de doz vekir. Di 8'ê Kanûna 2009’an de bi şertê rêya îtîrazê girtî be, li Suleyman Yurtdaş  500, li Ozgur Soylemez jî 600 TL cezayê pereyan birîn.    DMME TIRKIYE MAHKUM KIR   Li ser vê biryarê Yurtdaş û Soylemez, bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Piştî 9 salan di 19'ê mijdarê de DMME darizandin bi encam kir û Tirkiye mahkum kir. DMME, bi hinceta Tirkiye mafê azadiyaı ramanê îhlal kiriye, xwest bi giştî 4 hezar Euro pereyê tazmûnatê bidin Seylemez û Yurtdaş.    PARÊZER: TIRKIYE XALA 10'AN A PMME'Ê ÎHLAL KIR   Parêzerê Soylemez û Yurtdaş Bariş Yildirim, diyar kir ku DMME'ê bi hinceta Tirkiye xala 10'emîn a Azadiya Ramanê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropa îhlal kiriye, Tirkiye mahkûmî 4 hezar Euro kiriye. Yildirim, anî ziman ku li ser biryara DMME'ê dê dîsa serî li dadgehê bidin û bixwazin muwekilê wî ji nûve bên darizandin.      Ozgur Soylemez jî anî ziman ku biryar girîng e û wiha got: "Lê biryara DMME têr nake. Di salên dawî de gelek mafên mirovan li Tirkiye hatin îhlalkirin. Bi taybetî di warê azadiya ramanê de. Wekî me bi deh hezaran mirovên mexdûr hene. Li hezaran dosyayên ku hêj nikarin biçin DMME hene. Divê li hemberî van zextan ne cezayê pereyan be. Divê berî her tiştî azadiya ramanê serbest bibe.      MA / Semra Turan