33 karker, ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin 2019-12-05 10:14:00 ENQERE - Sekreterê Perwerdehiya Giştî ya Bîrleşîk Metal Îşê Seyfettin Gulengul, diyar kir 33 karkerên wan ên endamên sendîkayê ne, ji Şîrketa Bozankaya hatine avêtin û wiha got: “Ji ber endamê sendîkayê ne ji kar hatin avêtin. Niha jî bi hinceta 'Kar qediya, pêdivî ji we mena' karkeran ji kar dûr dixin."    33 karkerên, şîrketa Bozankaya yên perçeyên kamyon û otobusên MAN Truck&Bus peyda dike, ji ber endamên Sendîkaya Karkerên Metal a Bîrleşîk ya girêdayî DÎSK'ê ne ji kar hatin avêtin. Karkerên ku li fabrîqeya navçeya Kazan kar dikin, bi armanca Peymana Tomarî (TÎS) îmze bikin, serî li Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê dan. Piştî karkeran serî li Wezaretê dan, karker yek bi yek ji kar hatin avêtin. 33 karkerên ku serî li sendîkayê dan, yek bi yek ji kar hatin avêtin. Ji karkeran 5 karker ji fabrîqeya Bozankaya A.Ş. ya Sincanê ji kar hatin avêtin. Karkerên din jî ji fabriqeya Navçeya Kazanê hatin avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin, ji roja 29'ê mijdarê heta niha li pêş fabriqeyê çalakiyê li dar dixin. Karkerên dest bi çalakiyê kirin, heta niha polîsan 3 caran bi hinceta “muşterî bêzar dibin" karker astengdar kirin.    Sekreterê Perwerdehiya Giştî ya Bîrleşîk Metal Îşê Seyfettin Gulengul, diyar kir ku li fabrîqeya Kazanê 700 karker kar dikin û wiha got: "Em wekî Karkerên Metal a Birleşikê demek dirêj e li fabriqeyê xwe bi rêxistin dikin. Hefteya borî me serî li Wezareta xebatê da. Roja me serî li wezaretê da, 40 karkeran ketin baskê kar ê sendîkaya me. Bi armanca zêdebûna me astegn bikin, ketin nava me. Piştre karkerên endamên sendikaya me ji fabrîqeya Bozankaya hatin avêtin. Karsaz ji karkeran re dibêjin 'Kar qediya. Ji ber vê yekê pêdiviya min bi we nema.' MAN heta niha bi yek vardiyayê kar dikir. Rojê 8 otobus derdixistin. Niha kirine 2 vardiya û rojê 16 otobusan derdixin. Niha tenê sedemek derxistina karkeran heye. Ew jî ji ber endamên Sendîkayê ne."      Gulengul, anî ziman ku wan bi Cîgirê Serokê Şîrketa Bozankaya Semîh Ugurluel re hevditin kiriye, lê hevdîtinawan erênî derbas nebûye û wiha got: "Çend roj berê me hevdîtin kir. Wê demê ne 33 karker, tenê 10 karker hatibûn avêtin. Niha bi sedan karker endamên sendîkayê ne. Ji bo karker ji sendîkayê îstifa bikin zaro li wan dikin. Hevalên me yên kar tekoşîna xwe berdewam dikin. Hevalên me yên li ber fabrîqeyê çalakiyê li dar dixin zêde dibin. Lê bi hêza polîsan karkeran asteng dikin. Em bang li cemaweriyê dikin ku hestiyar tev bigerin.    MA / Emrullah Acar