Dr. Guneş: Gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatin, Fransa bi bandor bû 2019-12-05 10:12:44   ENQERE - Ji Zanîngeha Openê Dr. Cengîz Guneş, Civîna Bilind a NATO'yê nirxand û diyar kir ku gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatine û Fransa ku bi kurdan re dixebite bi bandor bûye.    Civîna Bilind a Lîderan ku di salvegera 70'emîn a demazrandina Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) de li bajarê Watford ê nêzî Paytexta Îngilistan Londonê pêk hat, bi dawî bû. Şertê "Bila YPG weke rêxistina terorê bê nasîn" ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve hat ziman, li civînê bû rojev. Li gel vî şertê xwe yê ku bend danî pêşiya plana parastina Rojhilatê Ewropayê ya NATO'yê jî Erdogan, di paş de gav avêt û plana parastina welatên Baltikê û Polonyayê ya ji Rûsyayê erê kir. Bi vê yekê re di dîrokê de cara yekemîn dê NATO li Rojhilatê Ewropayê hêzeke 'ji şer re amad e' bi cih bike.   Ji Zanîngeha Openê ya Îngilistanê Dr. Cengîz Guneş, Civîna Bilind a NATO'yê nirxand û diyar kir ku bersiva îlankirina YPG'ê ya weke "rêxistineke terorê" ne li NATO'yê û ne jî li nav raya giştî navdewletî tuneye û Tirkiye neçar maye ku di paş de gav bavêje. Cengîz, detnîşan kir ku dê Tirkiye qet dev ji daxwaza xwe ya îlankirina YPG'ê ya weke "rêxistineke terorê" bernede.   'GEFÊN TIRKIYEYÊ BI KÊR NEHATIN'   Guneş, da zanîn ku çend sal in di nav welatên NATO'yê de bêlbûn heye û wiha got: "Di navenda sedema vê bêlbûnê de nezbûna Tirkiyeyê ya ber bi Rûsyayê ve heye. Moşekên S-400 ên Tirkiyeyê, di nav welatên NATO'yê de weke gef tê dîtin. Sedema vê yekê jî dijberiya Rûsyayê ya Ewropayê ye. Tirkiye dibe alîkar ku Rûsya li Rojhilata Navîn bi hêz bibe. Endamên NATO'yê ji vê rewşê pir aciz in. Dema mirov li encama civînê dinêre dibîne ku gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatine."   'DÊ TIRKIYE HÊ BÊTIR NÊZÎ RÛSYAYÊ BIBE'   Guneş anî ziman ku ji ber daxwazên Tirkiyeyê ji aliyê NATO'yê ve nehatine qebûlkirin dê Tirkiye hê bêtir nêzî Rûsyayê bibe û wiha domand: "Pirsagirêkên stratejîk ên NATO'yê ku demeke direj e berdewam dikin, hê jî didomin. Dê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re bidomin û heta hê bêtir nêzî hev bibin. Yanî nayê wê wateyê ku Tirkiye hatiye xeta NATO'yê. Di vê astê de Tirkiye tenê di paş de gav avêtiye."   'HAT REDKIRIN KU YPG WEKE KOZ BÊ BIKARANÎN'   Guneş bi lêv kir ku di paş de gav avêtina Erdogan a di gotina "Heke YPG weke rêxistineke terorê neyê nasîn, em ê plana Baltikê erê nekin" de helwesta Fransayê diyarker bûye û ev titş gotin: "Ji ber ku hesabê Fransayê nekiribû, Tirkiye di paş de gav avêt. Lewre Fransa demeke dirêj e bi kurdan dixebite. Feydaya berxwedana kurdan a li Sûriyeyê ya li ser ewlehiya neteweyan timik tê ziman. Amerîka di ferqa vê yekê de ye. Tişta ku Tirkiye daxwaz dike ne hêsane ku ji aliyê raya giştî ya Cîhanê ve bê qebûlkirin. Di rewşa heyî ya ne diyar a Sûriyeyê de daxwazên Tirkiyeyê ne li gorî berjewendiyên NATO'yê ne. Di nav welatên NATO'yê de ji bilî Tirkiyeyê tu welatî nexweş ku YPG bikeve "lîsteya terorê". Nêrîneke ku Tirkiyeyê hemû berjewendiyên NATO'yê naparêze heye."   MA / Selman Guzelyuz