Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn 2019-12-05 10:07:13   ENQERE – Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku dê kampanya “Em dixwazin wekhev û azad bijîn” a di 25’ê Mijdarê de dan destpêkirin dê heta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam bike û got: “Me biryar da ku em li dijî êrîşên bîrdozî yên îqtîdarê li ser jinan têkoşîne her dem bixin meriyetê.”    Jinên endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan kampanya ““Em dixwazin wekhev û azad bijîn” dan destpêkirin. Wê ev kampanya ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam bike.   DÊ KAMPANYA BI DU MILÎ BIRÊVE BIBIN    Kampanya tê plankirin ku bi du milan were meşandin. Milê yekemîn ê vê bernameyê jinên KESK’î dê li kargehan pêvajoyek nîqaşê bidin destpêkirin û di vê çarçoveyê de li dijî tundiyê cudahiyê li pêş bixin û armanc dikin ku bi hev re tora têkoşînê bi honînin.    Di milê duyemîn ê bernameyê de jî dê jinên KESK’î li dijî êrişan rêxistina xwe xurt bikin, bi saziyên din ên jinan re hevpar bibin û armanc dikin ku bêtir li qadan û kolanan bin û piştevaniya xwe mezin bikin.    DÊ JI BO 8’Ê ADARÊ PÊŞBIRK LI DAR BIXIN    Jinên KESK’î dê têkildarî daxwazên wek “Bila destûra welidandinê bê zêdekirin, bila 8’ê Adarê roja destûra bi heq were dîtin, Wezareta Jinan û Wekheviyê were avakirin” xebatê birêve bibin û ber bi dawiya kampanyayê ve dê li Meclîsê hevdîtinek navendî pêk bînin.    Her wiha dê ber bi 8’ê Adarê ve bi dirûşma “Xweza Ez im, Hilberîner Ez im, Ked Ez im, Jiyan Ez im, Jin Ez im” dê pêşbirka sêwiran a afîşan li dar bixin. Tê payîn şertnameya pêşbirkê di rojên pêş de eşkere bibe.    ‘TÊKOŞÎN DÊ SERDESTIYÊ BIŞKÎNE’    Sekretera Jinan a KESK’ê Gulistan Atasoy diyar kir ku keda jinan tê xespkirin û rêya şikandina serdestiya sîstematîk a li ser jinan rizgarî di têkoşîna jinan de derbas dibe û got: “Berxwedana jinan ji duh heta îro ku li refên pêş têdikoşin xwe eşkere dike.  “Me biryar da ku em li dijî êrîşên bîrdozî yên îqtîdarê li ser jinan têkoşîne her dem bixin meriyetê.”   DÊ BI TÊKOŞÎNA XWE BIBIN QÎRÎNA JINAN    Atasoy da zanîn ku ew ê bibin dengê qîrîna jinên naxwazin werin kuştin û di vê çarçoveyê de dixwazin ew azad û wekhev bijîn û loma navê kampanya xwe wisa danîne. Atasoy anî ziman ku ew ê li dijî her cûre şidet û cînayetan bênavber têkoşîna xwe birêve bibin û xebatên xwe bidomînin.    MA / Zemo Aggoz