‘Heta ku hêzên paramîlîter bişînin eniyê dê drama mirovahiyê neqede' 2019-12-05 09:19:46 STENBOL – Ji ber topbarana Tirkiyeyê, li Til Rifatê 8 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku ya hatiye kirin sûcê şerî ye. Rojnamevan Îslam Ozkan jî got: "Heta ku komêm paramîlter ber bi eniyê ve bên şandin, wê ev drama mirovahiyê neqede."  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di encama van êrîşan de duh hêzên paramîleter bi topan êrîşî Til Rifatê kirin. Di vê êrîşê de 8 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin.  Hevserokê Giştî yê Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku devî daxuyaniyên ji bo mutabaqat û muzakereyan jî, dîsa êrîş didomin û got: "Çeteyên bi navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' û DAIŞ'iyên hevkarên wan û dewlet an jî dewletên ku destekê didin wan êrîş dikin. Îjar heta li hemberî van êrîşan dneg neyên bilind kirin wê dewam bikin. Niha em hemû hîle û xurdeyên vî şerî dibînin. Ev sûcê şerî ye. Li Sûriyeyê bi awayekî aşkere sûcê şerî tê kirin."    ‘DIVÊ GEL DENGÊN XWE BILIND BIKIN'    Tumuklu, destnîşan kir ku li cîhanê gelên bindest hemû serî rakirine û serdest jî bi komkujiyan bi ser wan de diçin û got: "Mixabin herî zêde jin, zarok û sivîl tesîrê jê digirin. Divê gelên cîhanê li hemberî vê barbartiyê hîn bêtir dengê xwe bilind bikin. An jê wê ev komkujî dewam bikin. Em mecbûr in têkoşînê bilind bikin. Li hemberî vê barbartiyê divê gel têkoşîna xwe bikin yek."    ‘SICÎLA WAN NE PAQIJ E'    Rojnamevan Îslam Ozkan jî ev bêhiqûqîtiyên bi vî rengî ne ên cara ewil in û got, ji roja serîrakirinên li Sûriyeyê dest pê kirine heta niha mînakên bi vî rengî pêk tên. Ozkan, destnîşan kir ku rewşa berî 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' û ya piştî wê li holê ye û got: "Hin kom êrîşî sivîlan dikin. Em baş dizanin sicîla van kesan ne paqij e. Tirkiye, komên ku kontrolkirina wan zehmet e û guh nadin tu qanûn û yasayan dide pêş û jê tirê zaiyata leşkerê xwe kêm dike, lê belê ev yek zirareke mezin dide îmaja Tirkiyeyê."    ‘GUH NADIN DÎSÎPLÎN Û QAÎDEYAN'    Ozkan, bibîr xist ku tiştên bi vî rengî li Efrînê jî pêk hatibûn û niha jî dîlgirtin, kuştina sivîlan, hedefgirtina zarokan pêk tên. Ozkan, destnîşan kir ku dîmena heyî dîmeneke pir êşbar e û got: "Li cem van kesan dîsîplîn, pîvan, qa,de tuneye."    Ozkan ku got "Heta ku komêm paramîlter ber bi eniyê ve bên şandin, wê ev drama mirovahiyê neqede" destnîşan kir ku divê li hemberî kuştin û mirina sivîlan nerazîbûn û bertek bên nîşandan.    MA / Mehmet Halît Çetînbaş