Nerazîbûna ji bo girtina Topaloglû û Eser: Tirkiye bûye girtîgeha rojnamevanan 2019-12-05 09:18:24 STENBOL - Rêxistinên rojnamevanan anîn ziman ku ji bo rojnamevanan Tirkiye bûye girtîgeh û ji bo nûçegihaên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku hatin girtin, gotin şahidê rojnamevaniya wan in.  Nûçegihanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser, di 29'ê Mijdarê de li Beyoglû ya Stenbolê hatin binçavkirin û duh jî hatin girtin. Rêxistinên rojnamevanan nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin, rojnamevanî ne sûc e.    TGS: EV NE EDALET E    Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, ji bo girtina Eser û Topaloglû got, tu îzahiyateke hiqûqî tuneye. Dûrmûş, diyar kir ku ji bo girtina rojnamevanan serî li şahidên nepen tê dayîn û got: "Ev ne edalet e, ne hiqûq e. Bi tawanbarkirina kesên nasnameyên wan veşartî, xespkirina azadiya mirovan nayê qebûlkirin. Sadiye Eser û Sadik Topaloglû endamên sendîkaya me ne û em dixwazin demildest bên berdan."   MKGP: HEVALÊN ME ROJNAMEVAN IN    Endama Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Gulîstan Azak jî bibîr xist ku di meha dawî de 4 rojnamevan hatine girtin û niha bi sedan rojnamevan jî di girtîgehan de ne. Azak, got: "Duh rojname dihatin bombekirin, lê niha jî di salvegera bombekirina rojnameyê de rojnamevan hatine binçavkirin û girtin." Azak, destnîşan kir ku ew careke din dibêjin ev hevalên wan rojnamevan in û got: "Demildest divê hevalên me bên berdan."    BASIN ÎŞ: JI BO ROJNAMEVANAN TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEH   Serokê Giştî yê Basin Îş a DÎSK'ê Farûk Eren jî destnîşan kir ku ji bo rojnamevanan Tirkiye bûye girtîgeh û got, her roj rojnamevan tên binçavkirin û girtin. Eren, anî zoman ku ew şahidê rojnamevaniya Eser û Topaloglû ne û xwest demildest bên berdan.    ÎRA: SENARYO YE    Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî ji bo girtina nûçegihanên me got, bi vî awayî dixwazin çapemeniya azad çavtirsandî bikin. Boltan, anî ziman ku darizandinên tên kirin senaryo ne û got: "Şahidên nepen jî li van senaryoyan zêde dikin û nûçegihanên çalak hedef digirin." Boltan, destnîşan kir ku lê belê wê helwesta çapemeniya azad ku tu carî serî natewîne polîtîkayên zext û zoriyî yên îktîdarê pûç bike.    MLSA: RÊBAZEKE BÊHIQÛQΠ   Hevkoordînatorê Komeleya Xebatên Hiqûqî yên Çapemeniyê (MLSA) Parêzer Veysel Ok, bal kişand ser darizandina rojnamevanên kurd û got, beyanên şahidên nepen esas tên girtin û rojanmevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên girtin. Ok, destnîşan kir ku piraniya dozên rojnamevanên kurd ji beyanên şahidên nepen û aşkere pêk tên û got, ev rêbazeke bêhiqûqî û pir erzan e.