Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê dest pê kir 2019-12-04 14:23:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê ku di salvegera 70'emîn a damezrandinê de li paytexta Îngilistanê Londonê tê kirin,  dest pê kir   Civîna Bilind a Lîderan a Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ku di salvegera 70'emîn a damezrandinê de li paytexta Îngilistanê Londonê tê kirin,  dest pê kir. Beriya civîna ku li bajarê Watfordê yê Îngilistanê tê li darxistin, Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson mêvanan pêşwazî kirin. Civînê, piştî kişandina wêneyê malbatê bi awayekî fermî dest pê kir.