‘Ji bilî rêya rojnamegeriyê û berxwedanê tu çareyek din nîne’ 2019-12-04 14:04:40 AMED – Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê diyar kirin ku îqtîdara siyasî dixwaze bi rêya zext û hefsê rojnamegeriyê biqedîne û gotin: “Ji bilî rêya rojnamegeriyê kirin û berxwedanê tu çareyek din tune ye.”  Li Tirkiyê 141 rojnameger girtî ne. Tirkiye ji ber zext, qedexe û astengkiyan ji bo rojnamegeran bûye girtîgehek servekirî. Dinya ji ber van zextên li ser rojnamegeran bertek nîşanî Tirkiyê da û dide. Hikumeta AKP’ê serî li rêbaza reforma darazê da û hin rojnamegerên girtî hatin berdan. Mirov dikare bêje li aliyekî rojnamegerên tên berdan jî şûna wan vala nahêlin û rojnamegerên din digirin û dişînin şûna wan.     Lê li gel vê yekê jî li gorî daneyên rapora meha Mijdarê ya Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) di mijdarê de 12 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin û 5 rojnameger rastî êrîşan hatin û li 12 rojnameeran bi giştî 45 sal ceza hat birîn.    Yên ku herî zêde para xwe ji van zextan digire medyaya Kurd e. Herî dawî jî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan, Sadiye Eser û Sadik Topaloglu hatin binçavkirin, Altan hat berdan û Eser û Topaloglu jî hatin girtin. Rojnameger Haci Yusuf Topaloglu jî hêj di binçavan de ye.    Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê bertek nîşanî binçavkirin û girtina li dijî rojnamegeran dan.    ‘DIXWAZIN ROJNAMEGERIYA RASTEQÎN BIQEDÎNIN’    Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan diyar kir ku rejîmên zextdar ji bo naxwazin rastî bigihîje xelkê rojnamegeran asteng dikin û dixwazin rojnamegeriyê biqedînin û got: “Îqtîdar rexnekirinê qebûl nake. Ji ber ku rexeneyan qebûl nake jî her tim zextê li rojnamegeran dike. 25 sal berê rojname hatin bombebarankirin û rojnameger hatin qetilkirin, niha jî ew êriş bi zext, binçavkirin û girtinan didom in. Lê wê rojnameger di van wextên zor de paş de gav neavêjin. Rojnamegerî ew e ku tişta zor veguherînî serkeftinê. Ragihandina rastiyan a ji bo civakê ye. Dema rojnameger vê dike jî her tiştî dide ber çavê xwe. Wê ev kevneşopî dewam bike, bila gumana tu kesî tune be.”    ‘WÊ ROJNAMEGERÊN WÊREK NEQEDIN’    Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney jî diyar kir ku yên behsa pakêtên darazê, demokrasiyê, birêkûpêkkirina qanûnan û azadiya gotinê dikin bi fezlekeyên polîsan rojnamegeran digirin. Guney got wê rojnamegerên wêrek tu car neqedin û zext û girtina li dijî rojnamegeran di heman demê de tên wateya zextên li ser civakê.     ‘JI BILÎ BERXWEDAN RÊYEK DIN NÎNE’    Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) ya Amedê Mahmut Oral jî da zanîn ku her kesê li dijî îqtîdarê tevdigere wan wek “terorîst” îlan dikin û rojnameger jî nesîbê xwe ji vê digirin.    Oral destnîşan kir ku zextên li dijî rojnamegeran ên wek “lêdan, binçavkirin, girtin û bêkar hiştin” didome û got: “Li Tirkiyê rastiyek heye îqtîdarê ji sedî 95 çapemenî xistiye bin kontrola xwe. Lê bandora ji sedî 5 a medyayê bêtir heye. Çimkî êdî civaka Tirkiyê dizane ku ew ji sedî 95 çapemenî rastiyan nanivîsîne. Ji ber vê yekê erezyona baweriyê pêk tê yanî civak ji agahîdana wan nebawer e. Êdî xelk bi derewên medya hawizê ya ji 95 nayê xapandin. Ji ber vê yekê îqtîdar her tim zextên xwe li ser aliyê medya ji sedî 5 didomîne. Lê bila her kes viya baş dizanibe, ji bilî rêya rojnamegeriyê kirin û berxwedanê tu çareyek din tune ye.”