Di danişîna Şûle Çet de: Divê edaleta rast bê bicihanîn’ 2019-12-04 12:59:39 ENQERE - Jin, berî danişîna biryarê ya doza kuştina Şûle Çet li ber Edliya Enqerê kom bûn û xwestin “edaleta rast” bê bicihanîn.   Endamên Platforma Jinan a Enqerê û bi sedan jin, berî danişîna biryarê ya doza Xwendekara Zanîngeha Gazî ya Enqerê Şûle Çet (22) a di 29’ê Gulana 2018’an de, bi awayekê biguman ji qata 20’emîn a Yelken Plaza ketibû xarê û jiyana xwe ji dest dabû dest pê bike, li ber Edliya Enqerê kom bûn.    Bavê Ceren Şenel Damar a di Fakulteya Hiqûqî ya Zanîngeha Çankaya de dixebitî ji aliyê Hasan Îsmaîl Hîkmet ve hat kuştin Mûstafa Damar, keça Fatma Şengul a hat qetilkirin Açelya Şengul û dayika Ayşe Karaman a bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da Ferîde Karaman tevlî daxuyaniya çepemeniyê bûn.    ‘EM Ê TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ, JI NAVA CIVAKÊ PAQIJ BIKIN’   Dest pê kê bavê Ceren Damar Mûstafa Damar axivî û wiha got: “Mirovên li ber edliyê radiwestin edaletê dixwazin. Mirovên li vê derê dibêjin ‘ewlekariya canê me tuneye.’ Di heman demê besha îhmalkarî û kêmasiyên hêzên ewlekariyê û midûriyetên ewlehiyê dikin. Jin dixwazin bersûc bên darizandin. Em hêza xwe ji Ceren Damar ku vale vale hat kuştin û Şûle Çet digirin. Emê bi vê hêzê tundiya li dijî jinê, ji nava civakê paqij bikin.”     Dayika Ayşe Karaman Ferîde Karaman jî, di axaftina kir de xwest ku edalet bê bicihanîn û kujer bên cezakirin.     ‘XWESTIN, TECAWÎZKARAN BIPARÊZIN’   Aysûn Gençtanir jî li ser navê Platforma Jinan a Enqerê daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo Şûlê Çet a hat qetilkirin, lêgerîna edelatê bi rêve dibin.   Gençtanir, bal kişand ser doza Şûle Çet û wiha got: “Di her danişînê de xwestin bûyerê weke întîxarê nîşan bibin û ser cîneyetê bigirin. Lê êdî ev cînayet bi tu awayî wê di taritiyê de nemîne. Daraza zilam a ku xwest tecawîzkaran biparêzer û ser cînayetê bigire, di heman demê de keçaniya wê, awayê jiyana wê, derûniya wê, têkiliyên wê û rewşa wê ya aboriyê darizandin. Bi vê xwestin qatilên tecawîzwar Çagatay Aksû û Berk Akand biparêze.”   ‘EM EDALETA RAST DIXWAZIN’   Gençtanir, da zanîn ku ew edaleta rast dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro 6’emîn danişîna dozê wê bê dîtin. Em di vê danişînê de edalet rast dixwazin. Em edaleta rast dixwazin, jiyana xwe diparêzin.”   Jin, piştî daxuyaniyê ji bo ku danişînê bişopînin derbasî salona dadgehê bûn.