PSAKD: Daxuyaniyên Erdogan ne jidilin 2019-12-04 11:46:13   ENQERE - Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, diyar kir ku ew berteka Erdogan a li dijî nîşankirina malên Elewiyên li Îzmîrê, jidil nabîne û got: “Li gundekê Elewiyan a Qersê bi zorê xwestin mizgeftekê çêkin. Em li bendê bûn Serokkomar heman bertekê nîşan bide, lê tu bertek nîşan ne da.”   Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, li Îzmîrê nîşankirina malên Elewiyan û berteka Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan a li dijî vê bûyerê ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re nirxand.    Kaplan, diyar kir ku divê nîşankirina malên Elewiyan baş bê lêkoşîn kirin û wiha axivî: “Em Elewî daxuyaniyên Erdogan ên li dijî nîşankirina malên Elewiyan jidil nabînin. Berî mehekê li dibistaneke pêşîn a navçeya Sergolan a Semsûrê, hewl hat dayîn ku pirtûka terîqetekê bi zarokan bidin xwendin. Li gundekê Elewiyan a Sarikamişa Qersê jî, hewl dan bi zorê mizgeftekê çêbikin. Me dixwet Serokkomar bertekê nîşanî vê yekê jî bide. Me dixwest rayedarên berpirsiyar bên cezakirin û ji peywira xwe bên girtin. Derbarê bûyera li Îzmîrê rû da de daxuyanî hatin dayîn. Lê çima ev daxuyanî hatin dayîn em fêm nakin.”   ‘JI BER KU DEMOKRASÎ TUNEYE’   Kaplan, da zanîn ku li welat pirsgirêka Elewiyan, Kurdan, Lazan û karkeran yeke û wiha got: “Ne pêkane ku em van pirsgirêkan ji hevdu cuda bifikirin. Li Tirkiyeyê, demokrasî tuneye. Ger demokrasî hebe wê hemû pirsgirêk jî bên çareser kirin. Vaye salvegera Komkujiya Mereşê nêz dibe. Ger hikumet jidil be wê berî her tiştî vê komkujiyê lêkolîn û ronî bike. Di baweriya elewiyan de gor pîrozin. Lê hîna kevirê goran jî tuneye. Em xwedî wî mafîne ku cihê gorên xwe bizanibin. Bi ser Komkujiya Mereşê re 41 sal derbas bûn.  Lê hîna jî rastiya vê komkujiyê aşkere ne bûye. Dîsa li Qoçgiriyê çi qewîme? Di sala 1938’an de, di Komkujiya Dersimê de çi jiyan. Divê em hemûyan bînin bîra xwe.”    Kaplan, dest nîşan kir ku tu hikumetan heya roja îro pirsgirêka elewiyan weke pirsgirêka welat ne dîtine û wiha dawî li axaftina  xwe anî: “Divê hemû komkujiyên di dîroka Komara Tirkiyeyê de rû dan ronî bibin û rastiya wan derbikeve holê. Ger rastiya komkujiyan bên dîtin û naskirin, wê demê, dê dilê keseke din neşewite.”