711 car e serlêdana parêzeran tê redkirin 2017-12-07 12:18:23   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin, cara 711’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran hat redkirin.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yurekli, Newroz Uysal û Mazlum Dînç  ji bo sibe bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve, bû 711 car parêzer daxwaza hevdîtinê kirin. Lê ev serlêdana parêzeran jî bi hinceta der barê hikumxwaran de biryarên kêmkirinê hene, bi daxwaza dozgeriyê hat redkirin.   Heta niha serlêdanên parêzeran 711 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Koster xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye”, "Rewşa Awarte" û "Der barê hikumxwaran de biryarên kêmkirinê hen" serlêdan hatin redkirin.