Rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta 'Bêşîrove' derket 2019-12-04 11:35:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê, îro di manşeta xwe de bal kişand ser Komkujiya Til Rifatê ku têde 8 jê zarok bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi manşeta 'Bêşîrove' ku têde Komkujiya Roboskî hatibû bibîrxistin derket.  Tirkiye û komên milîtarîst ku di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de li hev kom bûne, êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Herî dawî Tirkiye û SMO'yê di 2'ê Kanûnê de li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê komkujiyek pêk anîn û 8 jê zarok bi giştî 10 kesan kuştin û 10 kesan jî birîndar kirin. Zarokên ku di kumkujiyê de hatin kuştin temenê wan di navbera 3 û 15 salan de bû. Temenê her du sivîlên din jî 63 û 74 bû.   Ji ber komkujiyê Tirkiyeyê rastî bertekên tund hat. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji komkujiyê Rûsya, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) Berpirsyar girt.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku bertek nîşanî komkujiyê da, bi pêşnûmepirsek komkujiyê bir rojeva Meclisê û daxwaz kir ku Alîkarê Serkkomar Fûat Oktay berisva pêşnûmerpirsa wê bide.    Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî komkujiya Tirkiyeyê da. Berdevkê UNICEF'ê Marixie Mercado daxuyand ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Til Rifatê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 8 zarok jî birîndar bûne û ev tişt got: "Di nav mehekê de ji ber êrîşan, li bakurê Sûriyeyê 34 zarokan jiyana xwe ji dest daye."   Li gel van bertekan jî Tirkiye bêdeng e û têkildarî komkujiyê tu daxuyanî nade.   Rojnameya Yenî Yaşamê jî îro di manşeta xwe de bal kişand ser komkujiyê û bi manşeta 'Bêşîrove' ku têde Komkujiya Roboskî hatibû bibîrxistin derket.    Rojnameyê wêneyê cenazeyên qurbaniyên Roboskî ku di nav bataniyê de hatibûn rêzkirin û wêneye qurbaniyên Til Rifatê ku di nav kîsên cenazeyên de hatibûn rêzkirin li kêleka hev da.