Akademîsyen li dadgehê ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî 2017-12-07 12:17:46 STENBOL - Berî ku doza akademîsyenên aştî xwestin dest pê bike, rêxistinên ked û pîşeyî banga piştgiriyê kirin û ev tişt gotin: "Hin kes dê sûc bikin, lê em ê nebin hevkarê vî sûcî." 32 akademîsyenan îmzeya xwe avîtibûn binê "danezana aştiyê" û der barê wan de doz hatibû vekirin. Doza akademîsyenan dê li 32, 33, 34 û 36'emîn dadgehên Cezayê Giran ên Stenbolê bê dîtin. Berî doz dest pê bikin, rêxistinên ked û pîşeyî yên wekî Sendîkaya Kedkarên Zanyarî û Perwerdeyê (Egîtin Sen), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) daxuyaniyek hevbeş dan. Serokê Gişî yê TTB'ê Raşît Tukel, Sekretera Giştî ya Konfederasyona Senîdkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) Arzu ÇErkezoglu, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu û Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara jî tev li daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta "Em di daxwaza xwe de bi israr in. Em ê nebin hevkarê vî sûcî" vekirin, akademîsyenên ji derve hatibûn bi pankarta "Soldarîty" (Piştgirî) piştgirî dan akademîsyenan.   'BI VEKIRÎ BÛN HEDEF'   Serokê Giştî yê TTB'e RaşîtTukel axivî û da zanîn ku piştî îmzeya xwe avêtine binê danezanê, êrîşê wan kirine û ev tişt got: "Tenê yên îmzeya xwe avîtine binê danezanê nayên darizandin, yên aştiyê dixwazin bi tevahî tên darizandin. Tişta zanîngehê dixe zanîngeh, ewlehiya azadiyê ye. Beyî ku banga şidetê bike, her akademîsyen dikare fikra xwe bîne ziman û divê zextan jî li wan nekin. Ev peywireke bingehîn a akademîsyenan e."   'EZ ŞERM DIKIM'   Serokê Odeya Tabîban ê Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez,  destnîşan kir ku ew zarokên welatekî xwendin û nivîsandina wan kêm in û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku demokrasî û sulha welat dixwazin, kesên xwendin û nivîsandî tên darizandin. Ez di hizura mirovên ku rêya rast nîşanî min dan re minetdarim. Ew şêrê min î ku rêya rast nîşanê min da, dê bê darizandin, ez ji vê rewşê şerm dikim."   'DÊ CIHÊ WAN SERGOYA DÎROKÊ BE'   Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara jî doza darizandinê ya akademîsyenan wekî "doza şermê" pênase kir û ev nirxandin kir: "Ji ber ku me aştî xwest em îro tên darizandin. Îro akademîsyenên tenduristiyê jî tên darizandin. Wan xeta zirav a di navbera mirin û jiyanê de bi mînaka şer hînê xwendekarên xwe kirin. Cihê ku şer lê heyî mirov nikare qala tendirustiyê bike. Ji ber wê jî me got aştî. Dê hin kes sûcan bikin lê em ê nebin hevkarê vî sûcî. Kesên akademîsyenan darizîne, dê biçe sergoya dîrokê."