Wezaretê ji bo mirina Tîlaver qîma xwe tenê bi tazmînatê anî 2019-12-04 09:14:37   AGIRÎ - Wezareta Karên Derve, ji bo Haşem Tîlaver ku li sînor leşkerên Îranê ew kuştibûn, doza tazmînatê kir. Parlementerê HDP'ê Abdûllah Koç, anî ziman ku destnîşan kir ku di qada navnetewî ev mirin sûc e û nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmetê da ku ji ber qîma xwe tenê bi tazmînatê aniye.    Li gundê Kizilkaya yê Bazîda a Agiriyê ku bi sînorê Îranê ve ye, di 2'yê Tebaxê de leşkerên Îranê 5 ciwanên bazirganî dikirin gulebaran kiribûn. Ji van ciwanan Haşem Tîlaver jiyana xwe ji dest dabû û leşkerên Îranê her 4 ciwanên din jî binçav kiribûn. Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê, mirina Tîlaver xist rojeva meclîsê û ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû pirsî.    WEZARETÊ DOZA TAZMÎNATÊ KIR    Wezaretê 4 meh şûnde bersiva pirsa Koç da û got, derbarê mirina Tîlaver de hevdîtin bi Îranê re çê kirine û ji Îranê xwestine tazmînatê bidin malbata Tîlaver. Her wiha wezaretê diyar kir ku piştî hevdîtinên bi Îranê re her 4 ciwanên hatibûn binçavkirin jî hatine berdan û vegeriyane Tirkiyeyê.    KOÇ: BÊCIDIYETΠ   Parlementerê HDP'ê Koç jî destnîşan kir ku kuştina Tîlaver "cinayet" e û nerazîbûn nîşanî bersiva Wezaretê da. Koç, anî ziman ku di qada navneteweyî de mirina navbirî sûc e û ji bo helwesta wezaretê ku qîma xwe tenê bi tazmînatê aniye jî got, "bêcidiyetî" ye.   Koç, diyar kir ku heman mirin li Tirkiyeyê jî diqewimin û polîtîkaya bêcezatiyê pêk tê û heman polîtîka ji bo Îranê jî pêk hatiye. Koç, got: "A li kurdan tê rewakirin ev e. Gelekî tê xizankirin heye. Feraset ev e, bila bukijin lê bila pereyan bidin. Bi awayê toreyê, perê xwînê. Lê belê di warê berpirsiyariya cezayî de nayê şopandin. Mirin bi vî awayî tên rewakirin. Ev polîtîkaya bêcezatiyê versiyona 'Îranê' ye. Gava mesele kurd be, polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê. Wekî li Roboskiyê, di mirina Tîlaver de jî heman helwest heye."    MA / Ozgur Paksoy