‘Li ser çand û ziman asîmîlasyon û otosansûreke mezin heye’ 2019-12-04 09:13:26 AMED - Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş têkildarê “Tora Ziman û Çandan” diyar kir ku li ser çand û zimanê kurdî û yên Mezopotamyayê asîmîlasyonek tê meşandin. Listîkvana Şanoyê Berfîn Emektar jî da zanîn ku di civînê de derketiye holê ku asîmîlasyonek û otosansûreke mezin heye. Hevseroka Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş  û Lîstikvana Şanoyê Berfîn Emektar derbarê “Tora Ziman û Çandan” de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. Karakaş diyar kir ku asîmîlasyonek pir giran a berbiçav li ser zimanê kurdî tê meşandin û wiha got: “Ne tenê li ser kurdî li ser çand û zimanên Mezopotamyayê jî asîmîlasyon tê meşandin. Ziman ne tenê yê sazî, partî û kesan e. Ziman ê gel e. Derbarê pêşvebirina ziman de çi bikeve ser milê me em ê bikin. Dibe ku ev qurs an jî pirtûk bin."   ‘ASÎMÎLASYON KETIYE HUNDIRÊ MALAN’   Karakaş, da zanîn ku li kuçe, kolan û di nava malan de malbat bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin û ev tişt anî ziman: “Ev asimilasyona ku em qal dikin ketiye heta hundirê mala me. Tiştê ku em dixwazin bila hemû malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Pêşvebirin û parastina zimanê divê destpêkê di malê de dest pê bike. Mamosteyên yekem dayik û bavê zarokan in. Me di encamnameya civîna “Tora Çand û Ziman”de jî ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û heman demê de bibe zimanê perwerdehiyê bangawazî kirine. Dema ku zimanê fermî û perwerdeyê yek tenê be. Zarok kurd be jî suryan be jî ermen be jî tenê wê bi zimanekî hîn bibe. Asîmîlasyona ku em qal dikin ji wê derê dest pê dike.”   ‘LI SER ZIMAN JENOSÎDEK TÊ KIRIN’   Listîkvana Şanoyê Berfîn Emektar jî diyar kir ku zimanên li Kurdistanê dijîn ber bi tunebûne ve diçin û wiha got: "Ji ber ku heta ev ziman nebin zimanê perwerdehiyê dê ber bi tunebûnê ve biçin. Van çar salên dawiyê, bi taybetî li ser zimanê kurdî jenosîdek tê kirin. Jixwe em nikarin behsa zimanên din jî bikin. Me di civînê de tespît kir ku xetereyeke pir mezin li ser çand û ziman xuya dike. Nifşekî nû radibe ku navên wan bi kurdî lê ji çand û zimanên xwe dûr in. Ev xetereyeke pir mezine ku di pêşerojê de ziman di bin xetereya winda bûnê de ye.”   'XETERE JI BO HER ÇAR PARÇEYAN JÎ DERBASDAR E'   Emektar, anî ziman ku civîna wan ne tenê ji bo Bakûr bûye û axaftina xwe wiha domand: “Bakûr di bin tesîra tirkî de ye lê perçeyên din jî di bin tesîra erebî û farisî de ne. Ev xetere ji bo her çar perçeyan hat penasekirin. Li hember vê jî tor hat ava kirin. Civîna pêşiya me de wê xebatên torê berbiçavtir bin. Nêzî 250-300 kes dê werin ba hev. Kesên ku bi ziman û çandê re eleqedar in û xwe weke rewşenbîrên kurd pênase dikin wê werin cem hev. Heta ku yekitiya netewî pêk neyê dê parastina çand û ziman wê zehmet be."   'KURDÎ TÊRA HER TIŞTÎ DIKE'   Emektar têkildarî bikaranîna zimanê ya di xebatên çandê de jî kir û ev tişt gotin: "Wexta gel zimanê xwe li ser dikê dibîne an asteke din de dibîne zêdetir lê xwedî derdikeve. Kurdî têra her tiştî dike. Têra Şekspîr jî dike têra Molîere jî dike. Em dixwazin gelê me vê bibîne. Em ê di aliyê çandê de hewl bidin ku ziman û çandê bijîn. Em ê pêşengiya vî karî bikin. Li vê derê tişta ku bikeve ser milê me em ê têbikoşin. Vê havînê di çarçoveya mîhrîcana zarokan de em li gundan geriyan, zarok êdî bi kurdî naaxivin. Ji ber wê yekê divê kampanyayên pratîk em danin pêşiya xwe. Cil jî yek ji van e. Ji ber ku çand gelek tiştan di nava xwe de dihewîne. Di nava demê de em ê van niqaş bikin.”