ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-04 09:00:46 * Aktîvîsta TJA’yê Gule Komî derbarê xebatên xwe yên li Wanê de axivî û got: “Em her roj bi kuştina jinekê re şiyar dibin. Cezayên kêm didin faîl û bersûcan. Ji bo ku ev neyîn jiyîn em xebatên xwe dewam dikin. Emê di vê çarçoveyê de li Wanê xwe bigihînin hemû jinan.”  * Hevserokê Rêxistina HDP’a Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî firsendek dîrokî di destê kurdan de ye û got: “Ji bo gelê me dem ne dema xeydandinê ye. Dem dema yekîtiyê ye. Zarokên li ser vê axê êdî ken ji bîr kirine. Divê êdî li ser lêvên zarokên me kenê yekîtiya netewî bê xuyakirin.”    * Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş têkildarê “Tora Ziman û Çandan” diyar kir ku li ser çand û zimanê kurdî û yên Mezopotamyayê asîmîlasyonek tê meşandin. Listîkvana Şanoyê Berfîn Emektar jî da zanîn ku di civînê de derketiye holê ku asîmîlasyonek û otosansûreke mezin heye.   * Wezareta Karên Derve, ji bo Haşem Tîlaver ku li sînor leşkerên Îranê ew kuştibûn, doza tazmînatê kir. Parlementerê HDP'ê Abdûllah Koç, anî ziman ku di qada navnetewî ev mirin sûc e û nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmetê da ku ji ber qîma xwe tenê bi tazmînatê aniye.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ava vexwarinê ji 2 TL'yan kir 6.25 TL.    * Parêzerê malbata Şenyaşara Parêzer Hîdayet Enmek, ji bo êrîşa li ser malbata Şenyaşar ku xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz pêk anî bûn, diyar kir ku tê xwestin ser hêla êrîşê ya li nexweşxaneyê bê girtin û got, dema bûyer qewimî Wezîrê Çandiniyê, Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê zûzûka çûne nexweşxaneyê.    *  Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku dozger ji ber rapora qetî ya derbarê Berfîn Ozekê de, bi tawanbariya "birîndarkirina qesdî" ceza xwestiye û got, di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin, loma ev rapor nekafî ye.    * Koçerên ku berê ji ber qedexeyan nikaribûn biçûnan zozanan, niha jî Bendava Ilisûyê rêya wan î çûnhatinê girtiye.   * Li Endamê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ku hat girtin Hasan Bûdak ê 76 salî, bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Ji sedî 96 rapora astengdariyê ya Bûdak heye.    * Derbarê polîsê bi navê Î.A. yê Efe Tektekîn ê 5 salî bi wesayîta zirxî kuşt, doz hat vekirin. Hat xwestin di navbera 2-6 salan de ceza li Î.A. bê birîn.    * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser daxwazên kedkarên cemaweriyê, dê li Lokala Odeya Endezyarên Makineyan kom bibin. (09.30)   * Ji bo Demokrasiyê Yekîtî; dê têkildarî pêvajo û pêşnûmeya butçeya 2020'an li Odeya Endezyarên Makineyan kom bibin û civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * DÎSK, bi boneya 4'ê Kanûnê Roja madenvanan, dê li pêş Bîrdariya Madenvan bi mijara “Qezayên Kar û Madenvanî" daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)    * Platforma Li dijî Nukleerê (NKP) ya Mêrsînê bi boneya balê bikişîne ser Santrala Nukleerê ya Akkuyu dê bi navê 'Em bang dikin li mafê jiyanê xwedî derkevin" li Parka Zarokên Azad a Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî binpêkirina mafan a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)