Bi hezaran xwendekar civîyan: Sûcdarên şer darizînin 2019-12-03 19:35:09   HELEB - Bi hezaran xwendekarên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi armanca komkujiya li Til Rifhatê şermezar bikin meşek li dar xistin. Zarokan, bang li hêzên navneteweyî kirin û xwest Tirkiye dawî li komkujiyê bîne û sûcdarên şer darizînin.    Li ser bagna Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk şaxê bajarê Helebê, bi hezaran xwendekarên taxa Şêxmeqsûdê bi slogana "Em zarok ji bo jiyanê hatine dinê, ne ji bo tu çekên li hemberî me bi kar bîne" kom bûn komkujiya li Til Rifhatê şermezar kirin. Xwepêşandêran, di meşê de wêneyên zarokên hatin kuştin rakirin û pankartên bi zimanê erebî û kurdî yên "Zarokan nekin qurbaniyên şerên xwe, ji mafên me ye em bijîn, pêşerojê nekujin û kêfxweşiya zarokên vegerînin" hilgirtin. Xwendekar li pêşiya dibistana Alan Mihemed a ku dikeve taxa şehîd Gelhad kom bûn û ber bi kolanên sereke yên taxê ve çûn, paşê li çerxerêya şehîd Destîna rêz girtin. Li ser navê xwendekaran Yasmîn Koşan daxuyanî xwend û wiha got: "Va ye li ser rû erdê em dibine qurban. Giriyên dayîkan çavan dişewitînin. Erd amadekariyên hembêzkirina cenazeyên me dike. Zaroktiya me dimire û bêgunehiya me qetil dibe. Ey sûcdarno çi gunehê me ye? Gelo tenê ji bo em zarok in em têne qetilkirin? An jî ji ber em kulîlkên welêt in hûn ji me ditirsin? Em ji komkujiyên we natirsin. Tiştê we ji me xwest qetil bikin, ey faşîstê tirkî-osmanî em zarokên Sûriyê ne. Me gelek şehîd dane. Ji ber vê yekê ji terora we natirsin. Lê hûn xwedanê wîjdanê cîhanî û xwedanê biryaran em ji were dibêjin, em narevin, bedena me dê bibîne gulên ku bêhnê welêt xweş bike. Ji ber vê yekê êdî em ji were dibêjin, hovîtiya osmanî ku zaroktiyê qetil dike û xaka dagir dike rawestînin. Ev sûcên şer in. Bi navê zarokan em bang li we dikin ku hûn sûcdarên şer darizînin, ji ber liyaqî cezayê ye."    Herî dawî çalakî bi sloganên "Berxwedan jiyan e" û "Na ji komkujî û sûcên şer re" bi dawî bû.