Nûçegîhana me Altan serbest berdan 2019-12-03 17:54:41   MÊRSÎN - Nûçegîhana me Berivan Altan, piştî sewqî 3'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê kirin, li dadgehê serbest hat berdan.    Nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) ya Enqerê Bêrîvan Altan a 26’ê di mijdarê de li Enqereyê hat binçavkirin, piştî 8 rojan sewqî edliyê kirin. Dozger Altan sewqî dadgehê kir û heyeta dadgehê Altan serbest berdan. Dozger Altan bi îdiaya “Emdamtiya rêxistinê” sûcdar kir û bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê kir. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya Altan guhdar kir, Altan, îdîayên der barê xwe de red kir û anî ziman ku ew rojnameger e. 3'emîn dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê piştî li îfadeya Altan guhdar kir, bi şertê kontrola edlî ya hefteyê rojekê îmze bide serbest berda.