Hem wesayîta cenaze nedan û hem jî mele nexistin goristanê 2019-12-03 16:58:30   RIHA - Şaredariyê, ji bo girtiya nexweş Emîne Aslan Aydogan ku îro li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê jiyana xwe ji dest da, wesayîta cenaze neda û emniyetê jî ji bo vecîbeyên olî mele negirt goristanê.    Girtiya nexweş Emîne Aslan Aydogan (64) ku ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan û îro jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê, li Goristana yenîşehîrê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê hat veşartin. Malbata Aydogan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tevlî merasî cenazeyê Aydogan bûn. Polisên ku goristanê dorpêç kirin, hemû kesên ku tevlî merasîmê bûn, di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.    MELE NEGIRTIN GORISTANÊ   Wesayîta cenaze ku ji bo Aydogan ji Şaredariya Wêranşarê hat xwestin, binceta ku "xerabe" ye nehat dayîn. Li ser vê yekê malbatê cenazeyê xwe bi qamyonetekî birin goristanê. Meleyê ku ji bo vecîbeyên olî hat goristanê, polisan ew negirt goristanê.     ŞÎN LI QOSERÊ YE   Li gel hemû astengiyan jî piştî bicihanîna vecîbeyên olî, Aydogan hat definkirin. Malbata Aydogan, dê şîna xwe li Mala Şînê ya Girê Bîrê deyne û sersaxiyan li vir qebûl bike.