Dozger bêyî îfadeya Eser û Topaloglû bigire ew sewqî dadgehê kirin 2019-12-03 16:46:21   STENBOL - Nûçegîhanên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû bêyî ku îfadeyên wan li dozgeriyê bên girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Nûçegîhanênên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku di 29'ê mijdarê de, li navçeya Beyolgû ya Stenbolê dema ku ji buroya ajansê derketibûn, ji aliyê polisan ve hatibûn binçavkirin, bêyî ku îfadeyên wan ên li dozgeriyê bên girtin, bidaxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dozgeriyê tenê dosya Eser û Topaloglû lêkolînkirin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" wan sewqî 4'emîn Dadgeriya Cezaya Silhê ya Stenbolê kir. Dozgeriyê, geştên wan ên derveyî welat û dozên ku berê li wan hatibûne vekirin, weke hinceta daxwaza girtinê nîşan da.