Nûçegihana me Altan bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin 2019-12-03 14:56:45   MÊRSÎN - Lêpirsîna nûçegihana me ya Enqerê Bêrîvan Altan a li dozgeriyê bi dawî bû. Dozger, Altan bi daxwaza şertê kontrola edlî bê berdan sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê kir.    Nûçegihana me ya Enqerê Bêrîvan Altan a 26’ê mijdarê de li Enqereyê hat binçavkirin û piştî 8 rojan sewqî edliyê hat kirin, lêpirsîna wê ya dozgeriyê bi dawî bû.  Dozger Altan bi “Emdamtiya rêxistinê” sûcdar kir. Altan sûcdariyên li ser xwe red kir û diyar kir ku ew rojnamegere û daxwaz kir ku bê berdan. Dozger, Altan bi daxwaza şertê kontrola edlî bê berdan, sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê kir.