Li Nisêbînê nexweşê dil binçav kirin 2019-12-03 14:39:51   MÊRDÎN - Polisan, li navçeya Nisêbînê bi ser malan de girt û di serdegirtinê de nexweşê dil Remzîl Çagli binçav kir.   Polisan, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi ser malan de girt. Polisan, di serdegirtinê de nexweşê dil Remzîl Çagli (57) binçav kir. Hat hînbûn ku Çagli, di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê ya têkildarî dimenên 6-8'ê Cotmehê çalakiyên Kobanê hatiye binçavkirin.    Beriya hefteyekê, li navçeyê, di encamên lêkolînên li ser dîmenên dema qedexeya derketina derve de welatiyên bi navê Sûnar Akbûlût (55), Gurciye Salhan (50) û Yildiz Kaya hatibûn binçavkirin û girtin.