Temel: Bila faîlên Ozgur Ulke bên dîtin 2019-12-03 12:41:55 WAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya faîlên Rojnameya Ozgur Ulke ya 25 sal berê rastî êrîşa bombeyî hat û bên dîtin pêşniyarnameya lêkolînê da meclîsê û xwest faîl bên dîtin û darizandin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayip Temel, bi boneya faîlên Rojnameya Ozgur Ulke ya 25 sal berê hat bobekirin û di bûyerê de rojnameger Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da, bên dîtin û darizandin, pêşniyarnameya lêgerînê da. Temel, ji bo azadiya çapemeniyê, mafê gel ê agahdariyê bê parastin û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin, xwest Meclîs Komîsyona Lêkolînê ava bike. Temel, anî ziman ku di 3'ê Kanûna 1994'an de Rojnameya Ozgur Ulke rastî êrîşa bombeyî hat û 25 sal borîn hêj faîl nehatine dîtin. Temel, anî ziman ku li welat hêj rojnaemger ji ber nûçeyên xwe tên girtin û wiha got: "Hêj li ser weşanên çapemeniyê sînor hene. Hêj mafê azadiya çapemeniyê û mafê agahîstendina gel ka bi Destûra Bingehîn tê parastin îhlal dibin. Ji bo ev îhlal bên ronîkirin û berpirsiyarê van îhlalan bên darizandin divê Meclîs Komîsyona Lêkolînê ava bike.    OZGUR ULKE KIRIN HEDEF    Temel, di pêşniyarnameya da meclîsê de wiha got: "Rojnameya Ozgur Ulke, 25 sal berê rastî êrîşa bombeyî hat. Rojnameya di 28'ê Nîsana 1994’an de dest bi weşanê kir, di 3'ê kanûna 1994’an de, buroya wê ya li Kadirgayê rastî êrîşa bombeyî hat. Dîsa buro navendî ya li Cagaloglu û buroya Enqereye bi hevre rastî êrîşan hatin. Di êrîşê de Rojnameger Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên wê birîndar bûn. Beriya êrîşê 3 roj berê di civîna MGK'ê de biryara 'Bêdengkirina weşanên perçekirinê" hatibû stendin. Bi vê biryarê re Ozgur Ulke kirin hedef. Rojnameya Ozgur ULke, 15 roj piştî bombekirinê, "Belgeyên Veşarî" yên ku îmzeya Tansu Çiller li binî hebû weşand. Di wê belgeyê de “lîsteyên mirinê” û “yên bên berterafkirin” ku bi îmzeya Serokwezîra wê demê Tansû Çîller, piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê 15 roj şûnde hat weşandin. Di belgeyan de raste rast navê Ozgur Ulkeyê hebû û dihat diyarkirin ku divê dawî li fealiyetên weşanên rêxistinê bên. Berdevkê Hikûmetê yê wê demê Yildirim Aktûn di daxuyaniya xwe de fermana “berteraf bikin” wek fermaneke xwezayî dîtibû û ji bo bombebarankirina rojnameyê jî ev tişt gotibûn: “Em wisa difikirin ku ji bo Tirkiyeyê têxin rewşeke zehmet xwe bi xwe bombekirine.”    Di ser bûyerê re 25 sal derbas bûn. Lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Dîroka Tirkiyeyê ya çapemeniyê pir tarî ye. Musa Anter û Hrant Dink kuştin. Xebatkarên Çapemeniya azad kuştin an ji avêtin zindanê. Xwestin bi vî rengî bêdeng bikin. Di dema AKP'ê de zextên li ser çapemeniya aza derketin asta herî jor. Di çarçoveya OHAL'ê de bi KHK'ê Rojnameyên Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Ajansa Nûçeyan a Dicle (DİHA), Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) jî di navde gelek weşanên çapemeniya Kurd hatin girtin. Bi KHK’ê bi giştî 116 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Dîsa 9 xebatkar û nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin, hêj darizandina wan berdewam dike.    DI NAVA 180 WELATAN DE DI RÊZA 157'AN DE YE   Li gorî Rapora Çapemeniya Cîhanê ya sala 2019'an a Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 157'an de ye. Li gorî Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) niha li Tirkiyeyê 118 rojnameger girtî ne. Li gorî rapora Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad a navbera meha Çile-Îlona 2019'an 330 rojnameger hatin darizandin. 46 rojnameger bi giştî rastî 138 sal û 7 meh û 18 roj cezayê girtîgehê hatin. Ji bo faîlên rojnamegeran û Ozgur Ulke bê darizadin divê Komîsyona Lêkolinê li Meclisê bê avakirin."