ÎRA: Ne pêkan e ku mirov behsa azadiya çapemeniyê bikin 2019-12-03 12:24:29 AMED - ÎRA, diyar kir ku li Tirkiyeyê 139 rojnameger girtine û got: “Di meha Mijdarê de 12 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 5 rojnameger rastî êrîşan hatin û ji bo 12 rojnamegeran jî 45 sal cezayê girtîgehê hat bîrin.”   Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Mijdarê de aşkere kir. Însiyatîfê bal kişand ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ku beriya 25 salan hate kirin û êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di asta heyî de avahiyên rojnameyan neyên bombekirin jî êriş dewam dikin. Yên ku êrişî rojnamevanan dikin mîna 25 sal beriya niha em ji wan re dibêjin; ev agir wê we jî bişewitîne."   Di raporê de hate ragihandin ku zexteke bi rêk û pêk li rojnamevanan tê kirin û hate gotin, "Nepêkane ku mirov li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê bikin."   Însiyatîfê destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP mîna her tiştî dixwaze rojnamevaniyê jî bike yek tîp. Însiyatîfê bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî û ragihand ku Tirkiye ew welate ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne.   Di raporê de hat gotin: "Em hem tînin bîra hikumetê hem jî tînin bîra dadgeriyê; rojnamevan ne dengê desthilatdariyê ne, rojnamevan dengê civakê ne. Ji ber vê yekê em dixwazin hempîşeyên me yên girtî hemû tavilê werin berdan."   Li gorî raporê di nava mehekê de 12 rojnameger hatine binçavkirin, polîsan girtin ser mala 8 rojnamegeran, 4 rojnameger hatin girtin, êrîşî 5 rojnamegera hat kirin, derbarê rojnamegerekî de lêpirsîn hatiye vekirin, doz li 2 rojnamegeran hatiye vekirin, 51 rojnameger hatine darizandin, ceza li 13 rojnamegeran hatiye birîn (li 12 rojnamegeran 45 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn, li rojnamegerekî jî 7 hezar lîre ceza hatiye birîn.)   Di raporê de hat diyarkirin ku 139 rojnameger, hê jî di girtîgehê de ne.