Girtiyê xwe şewitand, 20 roj şûnde rakirin nexweşxaneyê 2017-12-07 11:05:36 STENBOL - Girtiyê bi navê Yahya Ozmen ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne, bedena xwe da ber agir. Derket holê ku piştî 20 rojan rakirine nexweşxaneyê. Birayê wî Mehmet Ozmen xwest wekî refaqetvan li gel kekê xwe bimîne. Lê ruxmê rapora bijîşk a "Pêwîste kesek lê mêze bike" jî dozger nehîşt ji malbatê kes li gel Ozmen bimîne. Yahya Ozmen ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, di sala 2004'an de bi îdiaya "Yekitiya dewletê û wekheviya welat xirab kiriye" 2 caran cezayê heta hetayê lê birîn. Ji wê demê heta niha Ozmen li gelek girtîgehên li Tirkiyeyê ma, herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kirin. Hat diyarkirin ku di 10'ê Mijdarê de Ozmen bedena xwe daye ber agir. Mehmet Ozmen di 24'ê Mijdarê de bi kekê xwe re hevdîtin kir, da zanîn ku dema kekê wisa dîtiye, pê hisiya ne ku xwe şewitandiye. Ozmen piştrast kir ku rêveberiya girtîgehê der barê mijarê de tu agahî nedaye wan û ev tişt got: "Ji bo em xemgîn mebib, kekê min çawa xwe şewitandiye ji me re negot."   PIŞTÎ 14 ROJAN MALBAT HÎN BÛ   Ozmen da zanîn ku wan di 24'ê Mijdarê de hevdîtin pêk aniye û kekê wî di 10'ê Mijdarê de xwe şewitandiye, li ser bûyerê re 14 roj derbas bûye piştre rêveberiya girtîgehê agahî daye malbatê. Ozmen diyar kir ku piştî hevdîtinê wan serî li saziyên mafên mirovan daye û wiha axivî: "Di 30'yê Mijdarê de kekê min aciz dibe. Wî radikin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Trakyayê."   BIJÎŞK: DIVÊ KESEK LI GEL WÎ BISEKINE   Ozmen anî ziman ku piştî kekê wî radikin nexweşxaneyê, rêveberiya girtîgehê agahî dide wan û wiha got: "Em çûn nexweşxaneyê, ji dûr ve be jî me dît. Bijîşk got ku divê kesek li gel wî bisekine. Lê Serdozgerê Komarê yê Edîrneyê destûr neda. Me ji bijîşk rapor jî girt nebû çare."   Di rapora bijîşk daye Ozmen de ev tişt tê gotin: "Ji ber canê Yahya Ozmen şewitiye, operasyonên debrîdman û greftlemê pêk hatine. Piştî emelyatê, ji bo kesek lê mêze bike, divê Mehmet Ozmen wekî refeqetvan li gel wî be."   DOZGER: DAXWAZA REFEQETVAN HAT REDKIRIN   Ozmen bi rapora ku ji bijîşk girtibû serî li Serdozgerê Komarê yê Edîrneyê da û di daxwaznameyê de ev tişt hat gotin: "Yahya Ozmen ê li Girtîgeha Tîpa f a Edîrneyê tê girtin, cezayê heta hetayê girtiye, înfaza wê jî bi hejmara 5257'an a madeya 25'emîn pêk tîne, li gorî madeya 25/1'an divê dermankirina hikumxwar bi rêya dewlet û nexweşxaneya zanîngehê, di koxûşên yek kesî û ewlehiya bilind de bê kirin. Ji gorî qanûnê pêwîstî bi kesekî din tune ku lê mêze bike."   BANGA PIŞTGIRIYÊ   Li ser biryara redkirinê, Ozmen serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da. Ozmen ji bo kekê xwe banga hestewarî kir û ev tişt got: "Berî her tiştî ez dixwazim dermankirina kekê min baş be. Dîsa şertên girtîgehê bên baş kirin û wî bişînin welatê me Wanê û sewqa wî bê çêkirin. Ji ber ku hatin û çûyîna me zehmet e."