Baroya Amedê: Em jî şirîkê vî sûcî ne 2019-12-03 11:45:18   AMED – Baroya Amedê bertek nîşanî doza têkildarî qirkirina ermenan a li dijî rêveberiya baroyê ya berê hat vekirin da û got: “Daxuyaniya serokê baroya me û rêveberiya baroya ya berê dabûn em wek daxuyaniya xwe dibînin. Heke ew daxuyanî sûc be, em jî şirîkê wî sûcî ne.”    Serokê Baroya Amedê yê berê Ahemt Ozmen û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê yên berê têkildarî qirkirina ermenan daxuyaniya bi sernavê “Em êşa gelê ermen a ku kêm nebûye parve dikin” dabû. Dadgeha Amedê bi angaştên “TBMM’ê biçûk xistiye” û “Gel navtêdane kîn û dijminiyê” doz li rêveberiya berê ya baroyê vekir. Baroya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî vekirina dozê da.    Rêveberiya Baroyê bi sernavê “Em natirsin û em ê bêdeng nebin” daxuyaniya nivîskî da û got: “Daxuyaniya serokê baroya me û rêveberiya baroya ya berê dabûn em wek daxuyaniya xwe dibînin. Heke ew daxuyanî sûc be, em jî şirîkê wî sûcî ne.”