Gundî dikin bazirgan dixwin 2017-12-07 11:04:23 ERDEXAN – Li Erdexanê gundiyên bi firotina şîr debara xwe dikin, lîtreya şîr bi 1 TL difiroşin bazirganan, bazirgan, lê ji market lîtreya şîr bi 3.65 TL dikirin. Herî zêde bazirganê şîr qezenç dikin.  Welatiyên gundên Erdexanê yên debara xwe bi firotina şîr dikin, li şûna qezenç bikin bûne deyndarên bazirganên şîr. Welatiyên ku lîtreya şîr bi 1 tl difiroşin bazirganên şîr, li marketan lîtreya şîr bi 3.5-3.6 tl dikirin. Welatiyên sewalkariyê dikin û şîr difiroşin mandira yên bazirganên şîr lîtreya şîr bi 1 tl difiroşin. Lê şîr li marketan bi 3,65 TL tê firotin. Welatî ji bo pêdiviyên zivistanê temîn bikin di cotmehê de ji mandira û şîrketên şîr pere deyn dikin û havîna sala pêş bi firotina şîr deynê bazirganan didin. Welatiyên gund, salek berê deyn dikin û salek şûn de jî bi firotina şîrê erzan deynê xwe didin.    BAZAR DI DESTÊ 30 BAZIRGANÊN ŞÎR DE YE'   Serokê Kooperatifa Rakirina Berhemên Çandiniyê ya Hoçvan Haskoyê Vahit Dursunoglu, diyar kir ku di sala 2009'an de bi derfetên xwe kooperatif ava kirin, lê di diyarkirina buhoyê şîr de nikarin bibin xwedî bandor. Dursunoglu, anî ziman ku buhayê lîtreya şîrê li gund û buhayê îskanek (şûşeyek) çay a li bajar heramberî hev in û wiha got: "Li bajar 30 bazirganên şîr hene û hemû şîrê li herêmê ew dikirin û difiroşin.    'PEYMANÊ BI GUNDIYAN DIDIN ÎMZEKIRIN'   Dursunoglu, anî ziman ku bazirganên li herêmê şîr dikirin şîrê gundiyan dixin bin kontrola xwe û salek berê bi wan peymanê didin îmzekirin ku şîrê xwe bifiroşin wan. Dursunoglu, destnîşan kir ku bazirgan lîtreya şîr bi 1TL ji gundiyan dikirin û bi 3,5 TL  difroşin marketan û li ser keda gundiyan qezenç dikin.    Welatiyê li gund şîr difiroşe Musa Yilmaz jî anî ziman ku ji bo debara xwe şîr difiroşe û ji niha de bûye deyndarê bazirganan û wiha got: "Em lîtreya şîrê xwe bi 1 TL difiroşin. Li gund lîtreya şîr bi 1 tl ye. Lê li bajar îskanek çayê bi 1 TL ye. Em tiştekî qezenç nakin. Ji 8 kilo kîlok peynîr derdixekeve. Kîloya peynîr li holê ye. Niha ji ber di destê me de pere tune me neçarin ji bazirganan pere deyn bikin. Min sala par ji bazirgan 5 hezar TL deyn kir. Lê min bi 4 hezar tl şîr firot.    Welatî Resul Yilmaz jî anî ziman ku ji ber zarokên xwe dişîne dibistanê pêdiviya wî bi pereyan çê dibe û neçar dimîne ku pereyan deyn bike û wiha  got: "Ez her sal ji bo çêrê bi 10 hezar TL zeviyê kirê dikim. Di demsala baharê de 10 hezar û demsala payizê de jî 10 hezar bi giştî 20 hezar TL pereyê mazotê didim. Salê 30 hezar tl deyn dikim û divê di demsala bahar û havînê de li hemberî deyn şîr bidim wan. Ez ji bankayê 5  hezar tl krêdî dikişînim. Lê 2 hezar TL faiza wî didim. 7 çêlekê min hene. Ez li hemberî wan 7 hezar TL pere digirim. Ji ber şîr erzan e nikarim 3 hezar TL deynê xwe bidim. Ji ber nikarim di salekê de deynê xwe bidim deynê min dimîne salek din û ew jî bi faîz zêde dibe.    Yilmaz, anî ziman ku li gundê Haskoyê di 3 mehan de 700 ton şîr tê firotin û wiha got: "Her sal ji demsala cotmehê heta sala din meha nîsanê em nikarin ji malê derkevin. Em salê 6 mehan ji ber şertên zivistanê û berfê em nikarin ji malê derkevin û nikarin karekî bikin. Ji ber vê yekê em nikarin karekî jî bikin. Divê rayedar kooperatifên şîr bikin qadên hilberînê. Divê midûrê çandiniye piştgiriyê bidin. Midûr diyar dikin ku dê tesîsan ava bikin, lê tu encam tune ye."    Welatî Vahit Dursunoglu jî anî ziman ku bazirgan şîrê xav dikirin û li mandirayan mast û penêr çê dikin û bi buhayê zêde difiroşin û wiha got: "Li gund Kooperatifê me hene, lê em nikarin li wir hilberinê bikin. Malzemeyên hilberînê li kooperatifê tune. Pêdiviya me bi 150 hezar tl heye. Ger ku pereyê me hebe em dê bi xwe hilberîna mast, penêr û şîr bikin. Şîrê 21 gundên  herêma Xoşvanê li Haskoyê tên komkirin. Rojê 20 ton şîr tê komkirin. Ger ku kooratifa Xoşvanê têkeve meriyetê dê gundî ji deynê bazirganan xelas bibin û dê bi xwe hilberînê bikin."    MA / Mahmut Ruvanas