Wê doza derbarê gundiyên hatibûn îşkencekirin de ji nû ve pêk bê 2019-12-03 09:17:18 WAN – Di sala 2017'an de li Westanê gundiyên kuvark berhev dikirin hatibûn îşkencekirin. Piştî gundiyan gilî kiribû, derbarê polîsê bi navê O.Ş. de doz hatibû vekirin û dadgeha herêmê beraat dabû. Lê belê Dadgeha Îstinafê ya Erziromê ji bo biryara dadgeha herêmî got, "derî qanûnê ye" û biryar xera kir. Wê doz ji nû ve dest pê bike.  Li Westan a Wanê, di 9'ê Hezîrana 2017'an de 4 gundiyên gava ji berhevkirina kuvarkan hatibûn, li navenda navçeyê hatibûn binçavkirin. Wê demê derbarê wan de bi ser navê "4 terorîstên êrîşî Midûriyeta Emniyetê ya Westanê kirin hatin zevtkirin" nû.eyek hatibû serwîskirin. Abdulselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (48) û Nejdet Beysum (29) li emniyetê hatibûn îşkencekirin. Piştî derketibû holê tu eleqeya gundiyan bi êrîşê re tuneye, hatibûn berdan.    Paşê gundiyên hatin îşkencekirin giliyê polîsên ew îşkence kiribûn kirin. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Westê lêpirsîn dabû destpêkirin. Gundiyan di îafdeya xwe de gotibû, 7 polîsan ew îşkence kirine. Lê belê tenê derbasê polîsê bi navê O.Ş. de bi tawanbariya "birîndarkirineke sivik" û "zordariyeke derî erkê" doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Asliye ya Wesatnê pêk hat. Her wiha derbarê gundiyan de jî bi tawanbariya "bi zanebûnî an jî dildarî alîkariya rêxistinê" doz hatibû kirin, lê belê gundî di doza li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê de beraat kiribûn.    Doza derbarê polîsê bi navê O.Ş. de jî bi qasî du salan dewam kir û paşê dadgeha herêmî biryara beraatê da.    Li ser vê biryarê parêzerê gundiyan Servet Haznedar serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê da. Dadgeha Îstinafê jî ji bo biryara dadgeha herêmî gotî "derî qanûnê ye" û biryar xera kir.    Tê payîn ku wê doz ji nû ve dest pê bike.    MA / Adnan Bîlen