Bulbul: Dewlet qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike 2019-12-03 09:16:05   ANTALYA – Parlemneterê HDP'ê yê Antalyayaê Kemal Bulbul, anî ziman ku AKP bi êrîşên xwe yên hem li derve hem jî li hundir dixwaze kurdan tecrîd bike û got: "Dewlet, qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike."    Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, tayînkirina qeyûman û êrîşên li ser partiya wan nirxandin.    Bulbul, anî ziman ku ew tevî hêzên demokrasiyê, tevî jin û ciwanan, tevî betal û xizanain, tevî derdorên baweriyên wan tên înkarkirin têkoşîneke demokratîk û rewa dikin. Bulbul, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û îktîdar bi vê xesppê ji gelê kurd re dibêje, "Hûn nikarin di nav rêveberiya şaredariyê de cih bigirin. Hûn nikarin ne bibin şaredar ne jî karmendên dewletê." Bulbul, anî ziman ku navê vê yekê "cezayeke darvekirinê yê bênav" e.    ‘PLANA RÛXANDINÊ'    Bulbul, destnîşan kir ku li hemberî HDP'ê planeke rûxandinê di dewrê de ye û bal kişand ser zext û zoriyên li ser HDP'ê. Bulbul, got: "Dewlet, li Kocaeliyê sûc kiriye. Ala berbayî nîjadperestiyê kiriye. A rast li wir daliqandina alayê, diyardeya alayê ji bo armanceke faşîst î nîjadperest hatiye bikaranîn. Ev tê wateya ne hilbijêrên kurd ên HDP'ê ne jî wekîlên wan nayên qebûlkirin. Ev bi feraseteke nîjadperest, feraseteke faşîst û çetewarî hatiye kirin."    ‘DIXWAZIN TECRÎ BIKIN'    Bulbul, anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke kûrewî ye û ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got, dagirkerî ye. Bulbul, got: "Ev tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li tevahiya gelê kurd tê kirin. Tecrîdeke berfireh heye. Qanûna partiya siyasî tê binpêkirin. Û dewlet li vira sûc dike. Dewlet qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike." Bi awayekî bêhiqûqî, bi hincetên bêbinî davêje ser malan û kesan digire. Bi vî awayî sûc dike."