Her 3 bira bi 50 lîreyî êzingan hûr dikin 2019-12-03 09:13:50 WAN – Li Taxa Yalim Erez a navçeya Rêya Armûşê, sê birayên hev Şemsettîn, Hayrettîn û Cemal Okyay, saloqat ji bo firinan êzingan hûr dikin. Her sê bira rojê bi 50 lîreyî êzingan hûr dikin.  Li Taxa Yalim Erez a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, sê birayên hev Şemsettîn, Hayrettîn û Cemal Okyay saloqat bi biviran ji bo firinan êzingan hûr dikin. Yewmiyeya her yekê ji wan 50 lîre ye. Her sê birayan got, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin.    Hayrettîn Okyay, da zanîn ku 14 sal berê ji Şaxê koçî Wanê kirine û gava koç kirine pezên xwe firotine û pê xaniyek çê kirine. Bavê 8 zarokan Okyay, bilêv kir ku ji ber wekî din karek bi dest wan neketiye ji bo firinan dest bi hûrkirina êzingan kirine.    ROJÊ BI 50 LÎREYΠ   Okyay, destnîşan kir ku hema bêje her roj tişt buha dibin û got, bi 50 lîreyî nikarin debara xwe bikin. Okyay, got: "7 sal in ji bo firinan êzingan hûr dikim. 2 zarokên min diçin lîseyê û yên din jî diçin dibistana seretayî. Nikarin lazmatiyên wan bikirim. Heger bêjim em debara xwe dikin, derew e. Bi rastî jî rewşa me qet nebaş e. Ji ber wekî din kar tuneye em bi 50 lîreyî dixebitin."    KARÊ WAN SALOQAT HÛRKIRINA ÊZINGA YE    Cemal Okyay jî, got 8 sal in ji bo firinan êzingan hûr dike. Okyay, anî ziman ku li mal 8 kulfet in û bi 50 lîreyî nikare debara xwe bike. Okyay, got: "Bi vî pereyî bi zor û heft bela debara xwe dikim. Ji ber krîza aborî kar tuneye. Car heye nikarin lazmatiyên zarokên xwe bikirim. Ji ber vê jî nerihet dibim. Berê em li gund bûn, heywanên me hebûn. Rewşa me pir baş bû, em kêfxweş bûn. Em hatin bajêr, êdî em nikarin lazmatiyên mala xwe jî bikirin. Karê me yê niha karekî pir zehmet e. Saloqat em êzingan hûr dikin."    Şemsettîn Okyay jî diyar kir ku 9 sal in vî karî dike. Okyay, bivirê di dest xwe de nîşan da û got: "Ev bivir 5 kîlo ye. Ji sibehê heta êvarî ji bo 50 lîreyî em bi vî bivirî êzingan hûr dikin. Bi 50 lîreyî debarkirin çawa be a me jî wiha ye. Wekî din tu meaşê me tuneye. Em rojane dixebitin. Her tişt biha bûye. Me gelek caran serî li ÎŞKÛR'ê da, lê tiştek jê derneket. 5 zarokên min diçin dibistanê. Car heye em nexweş dikevin. Ji ber em bi yewmiyeyê dixebitin gava em nexweş dikevin em naçin."