Îfadeya nûçegîhanê me Eser û Topaloglu hat girtin 2019-12-03 08:23:03 STENBOL - Îfadeya nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglu yên çar roj berê hatin binçavkirin, hat girtin. Tê payîn ku îro di nava rojê de wan sewqî edliyê bikin.  Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglu ku di 29'ê Mijdarê de dema ji buroya ajansê ya Beyoglu derdiketin hatibûn binçavkirin. Eser û Topaloglu bi îdiaya “Endamên rexistinê ne" hatibûn binçavkirin. Şevê din îfadeya Topaloglu û Eser hat girtin. Tê payîn ku îro di nava rojê de sewqî dadgehê bikin. Topaloglu û Eser yên îdîayên der barê xwe de red kirin, li bendê yu sewqî dozgeriya li Çaglayanê bikin.