Selahattîn Demîrtaş sewqî nexweşxanê kirin 2019-12-02 17:08:27 STEBOL - Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê di 26’ê Mijdarê de ji ser hişê xwe çû û nexweş ket, sewqî nexweşxanê hat kirin.  Xwişk û parêzera Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin Aygul Demîrtaş, di hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê de têkildarî nexweşîna birayê xwe daxuyanî da bû û diyar kiribû birayê wê Demîrtaş krîza dil derbas kiriye û ji ser hişê xwe çûye.    Piştî vê ragihandina xwişka Demîrtaş Aygul Demîrtaş biyar hat dayîn ku Demîrtaş sewqî nexweşxanê bê kirin.    Nehat zanîn ku Demîrtaş birin kîjan nexweşxaneyê.