'Li Pasûrê hin malbat li dijî HDP'ê tên sorkirin' 2019-12-02 16:50:01   AMED - Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, diyar kir ku li navçeya Pasûrê hin malbat li dijî partiya wan tên sorkirin û ev bang li malbatan kir: "Neyên lîstika hikûmeta AKP-MHP'ê."   Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Pasûrê, 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dewetê ya navçeyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê yên Amede Mûsa Farisogûllari û Remziye Tosûn, Hevserokê HDP'a Amedê Zeyad Ceylan û endam û rêveberên HDP'ê tevlî kongreyê bûn. Di kongreya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Parlamenter Farisogûllari axivî û diyar kir ku tundiya li dijî partiya wan parçeyeke biryara tasfiyekirinê ya sala 2014'an e û wiha got: "Çawa ku gelê me di salên 90'î de li dijî tundî û çewisandinê li ber xwe da niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedaneke bêhampe têdikoşe."   Farisogûllari, di berdewamê de jî destnîşan kir ku li navçeyê hin malbat li dijî partiya wan tên sorkirin û ev bang li malbatan kir: "Neyên lîstika hikûmeta AKP-MHP'ê. Li dijî van lîstikên kirêt, em gelê kurd divê mil bidin hev û yekitiya xwe xurt bikin. Ji ber vê sedemê hemû malbat û eşîr parçeyek gelê me ne. Em ji vir bang dikin ku neyên dewleta dagirker û hikûmeta faşîst. Divê em li her çar parçeyan yekitiya xwe xurt bikin. Em yek netewe in û divê vîna gelê xwe rast tremsîl bikin. "   Piştî Farisogûllari, Hevserokê Bajar Ceylan jî axaftinek kir. Ceylan di axaftina xwe bal kişand ser tecrîda li Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û ev tişt got: "Divê tecrîd bê şikandin û pêşiya vê pêvajoyê bê vekirin. Vekirina deriyên Îmrakiyê rê li ber pêvajoya aştî û diyalogê veke û têkoşîna azadî û aştiyeke bi rûmet hêztir bike. Hikûmet dixwaze dewletê tune bike. Di dîrokê de tu dewletê bi şer serneketiye. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin û dawî li vana bînin. Wê serkeftina gelê kurd û hêzên demokrasiyê be."   Di hilbijartina ku bi yek lîsteyî pêk hat de ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Pasûrê Lîveze Altûn û Remzî Altin hatin hilbijartin.    Kongre bi dûrişmeya "Em bi berxwedanê bi serkevin" bi dawî bû.