Polîsan piştevanên Demîrtaş asteng kirin 2017-12-07 10:37:19 EDENE - Endamên partiyê yên Edeneyê ji bo doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bişopînin ketin rê, lê polîsan li Aksarayê paşve vegerandin.   Endamên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê ji bo  doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bişopînin ket rê, lê polîsan li Aksarayê başve vegerandin. Endamên Partiyê yên li ber avahiya Şaredariya Seyhanê kom kombûn û piştî lêpirsîna GBT’ê ya du saetan ketin rê. Endamên Partiyê cardin li Aksarayê hatin rawestandin û destûra rêwîtiyê nehat dayîn.      Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural bertek nîşan da û diyar kir  ku azadiya rêwîtiyê ji destê wan hat girtin. Tural, anî ziman ku polîsan li Aksarayê ew paşve vegerandin û wiha got: “Mafê me yê siyaseta demokratîk ji destên me hat girtin û em ê li dijî vê yekê têbikoşîn.”