Kurtulan: Îqtîdar dijminantiya rojnamegeran dike 2019-12-02 14:08:46 ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di civîna nirxandina hefteyê de bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û wiha got: "Îqtîdar dijminê rojnamegeran e. Îqtidara ku wekî dijmin li rojnamgeran dinere, mafê agahiyê ya welatiyan îhlal dike û rojnamegeriyê wekî sûc dibîne li hemberî me heye."  Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, li meclîsê der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê li dar xist. Kurtulan, têkildarî teklifa butçeya 2020'an a li Komîsyona Butçe û Planêya Meclisê hat qebûlkirin axivî. Kurtulan, anî ziman ku wan xwest butçeyê bikin malê kesên xizan, kedkar, karker, jin, ciwan û butçeya gel û wiha got: "Ji bo em butçeyê bikin butçeya gel em têkoşiyan. Lê tevîhemû hewldanan di butçeyê de guhertin nekirin. Ev plan dê di 9'ê Kanûnê de biçe Lijneya Giştî. Em dê şerha xwe û dijberiya xwe ya li dijî vê plana li dijî berjewendiyên gel li meclîsê bînin ziman.    Kurtulan, destnîşan kir ku di hemû teklifên tên komîsyonê de barê aboriyê didin ser pişta gel û bacê zêde dikin. Em wekî HDP'ê dixwazin ku ev rewşa em têde baş bê analîzkirin. Di van hevdîtinan de li ser navê karkeran dê sendika jî hebin. Dema welatî derdikevin bazarê nikarin tiştekî bistînin. Nikarin berojê tînin ser tifikê. Nikarin debara xwe bikin. Divê daxwaza kedkar û karkeran li ber çavan bê girtin.    Kurtulan, bal kişand ser tundî û zextên Îqtîdarê yên li ser rojnamegeran û wiha lê zêde kir: "Zextên li ser partiya me di gelek aliyan de me parve kir. Hikûmet bi zext û tundiyê hebûna îqtîdara xwe berdewam dike. Herî zêde bi tundiya li ser çapemeniyê zextan li ser civakê zêde dike. Herî dawî di niqaşên Komîsyona Plan û Butçeyê de pirs ji Fuat Oktay pirsîn. Oktay diyar kir ku ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha kartên çapemeniyê yên 685 xebatkarên çapemeniyê betal kirine. Em dibînin ku êdî rojnameger her partiyê wekî hev naşopînin. Îqtîdar dixwaze bi rêya çapemeniyê tundiyê ser çivakê pêş bixe. Bi rêya çapemeniyê ser rastiyan vedişêre.    DIJMINÊ ROJNAMEGERAN E    Di meha mijdarê de 4 rojnameger hatin girtin. Doz li 8 rojnamegeran vebû. Li 15 rojnamegeran 80 sal û 4 meh ceza hat birîn. 2 rojnaemger rastî êrîşan hatin. Dîsa di 29'ê Mijdarê de nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Sadiye Eser û Sadik Topaloglu hêj di bin çavan de nin. Di 26'ê mijdarê de Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Berîvan Altan li Enqereyê binçavkirin û birin Mêrsinê. Herî zêde yên para xwe ji zextên îqtîdarê dikirin rojnameger in. Li welatê me îqtîdar dijminê rojnamegeran e. Mafê rojnamegeran ê nûçeyan çêke û mafê gel ê agahî bigire îhlal dike. Em bi îqtîdara ku rojnamegeriyê sûc dibîne re rû bi rûne. Mirov dikare bêje rojnaemgeran jî wekî "dijmin" dibîne. Di heman demê de dijminê rojnamegere jî. "    34 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE   Kurtulan, bal kişan ser zextên li ser girtiyan û girtîgehan jî û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiyeyê girtîgeh jî birîneke ku hêj necebiriye. Herî dawî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoye bi zorê girtî ji kawîşê derxistin û xwestin testa DNA'ya wê bistînin. Gardiyanên mêr bi ser kawîşê de girtin. Li girtiyan dan. Niha li Girtîgeha Osmaniye 30 girtî, li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê jî 4 girtî li dijî zext û tundiyê digreva birçîbûnê dene."     Kurtulan, heri dawî anî ziman ku zextên li ser partiya wan didomin û wiha bi dawî kir: "Di 2 hefteyên dawî de partiya me bi awayekî fîîlî hatiye girtin. Rêveberên KDC, Sendika, ÎHD'ê û gelek nûnerên Kurt hatin binçavkirin. Endam û rêveberên partiya me yên navçe û bajaran tên binçavkirin. Parlamenterê me yê berê Behçet Yildirim û gelek hevalên me niha di bin çavan de ne. Heta niha qeyûm tayînî 24 şaredariyên me kirin. Hevşaredarêm me yên Stewr û Dêrikê piştî demek dirêj di bin çavan de girtin, hatin girtin. Niha 24 şaredariyên me di destê qeyûman de ye. Pirsgirêka kurd ji qesrên edliyê re hiştine. Daraz bi temami bûye daraza AKP'ê."