Li Wêranşarê reya 2 mehî hilweşiya 2019-12-02 14:03:47   RIHA - Kolana ku beriya 2 mehan ji aliyê Şaredariya Wêranşarê ve hatibû çêkirin, hilweşiya û lê kortikek mezin vebû. Serwîseke xwendekaran ket kortê. Piştî serwîsê wesayîta îtfayê, wesayîta sergo û kepçeyek jî ketin kortê.    Kolana Stadyûmê ya taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê ku beriya 2 mehan ji aliyê şaredariyê ve hatibû çêkirin, hilweşiya û lê kortikek mezin vebû. Serwîseke xwendekaran ket kortê. Piştî serwîsêx wesayîta îtfayê ku li hewara serwîsê hat û wesayîta sergo û kepçeyek jî ketin kortê. Welatiyên ji rewşa rê şaredariyê berpirsyar dîtin û diyar kirin ku ji ber ku şaredarî li şûna xizmetê ji bo dewlemendiya alîgirên xwe dixebite, rewşên bi vî rengî dertên holê.