Li Amedê Sempozyûma TMMOB’ê ya Enerjiyê 2019-12-02 13:36:54   AMED - Serokê Lijneya Amadekar ê Sempozyûmê Prof. Dr Arîf Nacaroglû têkildarî Sempozyûma TMMOB’ê ya ku li Amedê bê li dar xistin de axivî û diyar kir ku wê 40 kes weke axiftinêr beşdar bin û sempozyûm wê sê rojan dewam bike.    Şaxa Odeya Makîne û Endezyariyê ya Amedê (TMMOB) ji bo agahdariya Sempozyûma Enerjiyê ya ku dê di navbera 5-6 û 7’ê Kanûnê li Amedê bê lidarxistin de, li avahiya Şaxa Odeya Endezyarî ya Elektrîkê (EMO) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên TMMOB’ê beşdarî civînê bûn.   ‘JI BER QEYÛM ME CIHÊ SEMPOZYÛMÊ GUHERT’   Serokê EMO’yê Mehmet Orak, diyar kir ku sempozyûma TMMOB’ê 2 salan carekê tê li dar xistin û wiha axivî: “Îro weke em hemû dizanin salvegera 2’yemîn Mijdarê ya derketina qedexekirina sala 2015’an a me xwest wê dîrokê jî bibîrbînin. Şaredariyê cih dabû me. Lê piştî ku qeyûm hat tayînkirin me cihê sempozyûmê guhert. Ji ber ku cihê ku qeyûm lê heyî me nexwest sempozyûmê li dar bixin.”   ‘BI 105 ENDAMÊN LIJNEYA AMADEKAR ME DEST PÊ KIR’   Pişt re Serokê Lijneya Amadekar ê Sempozyûmê Prof. Dr Arîf Nacaroglû jî, anî ziman ku 11 sempozyûmên ku beriya sempozyûma Amedê hatin lidarxistin li saziyên dewletê hatin lidarxistin û wiha got: “Mixabin cara ewile em li otelekê li dar dixin. Ji bo ev sempozyûm were çêkirin me bi 105 endamên lijneya amadekar dest pê kir nêzî 40 endamên lijneya rêveber ev bername me çêkir. Dema me serenavên sereke diyar kirin serenavên ku têkildarên enerjiyê, pirsgirêkên girêdayî enerjiyê yên li cîhanê, li welatê me û bi taybetî herêma me ku niqaş bikin me diyar kirin.”   ‘NAVÊN GIRÎNG WÊ BEŞDAR BIN’   Nacaroglû, da zanîn ku di sempozyûmê de 40 axaftinêr hene û wiha domand: “Sempozyûm wê sê roja bidome. Em ê roja dawî bi formekê sempozyûmê bigirin. Gelek navên girîng wê beşdarî sempozyûmê bibin. Mînak weke Fîkret Başkaya. Divê hemû Amedî û kesên herêmê beşdarî vê sempozyûmê bibin. Kedeke mezin ji bo vê bernameyê hatiye dayîn.”   ‘BÊ AXAFTINA SIYASETA BI XWÎN NABE’   Nacaroglû, herî dawî diyar kir ku sempozyûma enerjiyê bê siyaset nabe û wiha got: "Bê axaftina siyaseta bi xwîn û qirêj em nikarin biaxivin ji ber wê yekê serenaveke me ya ji hêla siyasetê  ve enerjî jî heye. Parlementer, aktîvîstên saziyên sivîl ên civakî, dildarên derdorê hene ku beşdar bin. Dawiya sempozyûmê em ê belavokeke encamê derxînin û pişt re pirtûkokekê em ê amade bikin. Hêvî dikim ku wê baş derbas be.”    XERABKIRINA SÛRÊ JÎ DÊ WERE NIQAŞ KIRIN   Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn jî balkişand ser salvegera xirabkirina Sûrê û wiha axivî: “Em di vê sempozyûmê de sedemên xerabkirina bajêr û  bi naveroka wê ve niqaş bikin. Wê sempozyûmeke ku gel xwedî axaftin be.”