Derûnnas Sevîmlî: Çanda tirsê dibe sedema întîxaran 2019-12-02 09:01:05 STENBOL – Derûnnas Denîz Sevîmlî diyar kir ku li Tirkiyê îqtîdara heyî çanda tirsê ava dike û xwe li ser jiyana kesan serdest dike û întîxarên diqewimin jî ji ber rewşa serdest e.  Li Tirkiyê krîza aborî her ku diçe kûr dibe û di demên dawî de ev krîz dibe sedemê dawîanîna jiyana însanan û însan bi komî û takekes întîxar dikin. Derûnnas Denîz Sevîmlî van întîxarên demên dawî diqewimin nirxand.    ‘ÎNSAN BI HÊRS Û ENDÎŞE DIBIN Û ÎNTÎXAR DIKIN’    Sevîmlî da zanîn ku krîza aborî li Tirkiyê mayînde bûye û ji ber vê krîzê însan di warên derûnî û civakî dikevin bin tesîra wê. Sevîmlî anî ziman ku derûniya krîzê ya ewilî endîşeyên însanan xera dike û  hêmana herî girîng a vê endîşeyê jî îhtîmalên negatîf in. Sevîmlî anî ziman ku însan nikarin ji xwe re kar bibînin û yên dixebitin jî bi talûkeya dê ji karê xwe bibin dijîn û ev hemû dibin sedemê tirs, hêrs, guman û nefretê. Sevîmlî got kesên xwedî zarok ango malbat bêtir van hestan di dilê xwe de dijîn. Sevîmlî da zanîn ku dema rewşa neyînî ango ev hest pêk tên însan dikevin depresyonê û dema hestên wan bi  tenê dimînin jî bêhevî dibin û ev yek vediguhere întîxaran.    ‘SERDESTÎ VAN ÎNTÎXARAN PÊK TÎNE’    Sevîmlî anî ziman ku întîxarên komî yên demên dawî meseleyek pirr micid e û got: “Sedem ew e ku dema piştevaniya krîza aborî û civakîbûnê pêk nayê, întîxaran bi xwe re tîne. Ev yek jî nîşaneya rizandina civakîbûnê ye. Întîxarên diqewimin jî nîşaneya taxrîpkirina çanda jiyanê ye. Ev întîxarên pêk tên jî di bin bandora tenêbûna ji modernîteyê tê xwe dide der. Li Tirkiyê îqtîdara heyî çanda tirsê ava dike û xwe li ser jiyana kesan serdest dike û întîxarên diqewimin jî ji ber rewşa serdest pêk tên. Tişta dikare pêşî li van întîxaran bigire jî piştevaniya birêxistinkirî ye.”    MA / Nacî Kaya