Boyraz: Astengdar qûrbaniyên feraseta şaş a Tirkiyê ne 2019-12-02 09:00:58 STENBOL – Serokê Komeleya Astengdaran a Tirkiyê Şukru Boyraz diyar kir ku Tirkiye wek li fabrîkayan hilberîne astengdaran hildiberîne û got: “Em qûrbaniyên feraseta şaş a li welat in.”  Neteweyên Yekbûyî (NY) di 3’ê Kanûna 1992’an de bi armanca mafê astengdaran were nasîn û mafê wekhev ji bo wan were dayîn Roja Astengdaran a Cîhanî ragihandiye. Ji sala 1992’an vir ve her ku çû li dinyayê astengdar zêde bûn û pirsgirêkan wan jî zêde bûn. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyê (TUÎK) li Tirkiyê 12 milyon astengdar hene. Piraniya van astengdaran astengdarê fizîkî û ker û lal in. Kazayên trafîkê û kar, bobelatên xwezayî, erdhej, zewicandina du xizmên hev, kêmasiyên bijîşk û nexweşxaneyan dibin sedema astengdariya însanan.    Astengdar di jiyanê de gelek dijwariya dikişînin. Bi gelek pirsgirêkan re hevrû dimînin.    'ASTENGDAR MÎNA GIRTIYAN IN’    Serokê Komeleya Astengdarên Tirkiyê Şukru Boyraz têkildarî Roja Astengdaran a Cîhanê da zanîn ku armanca wan a bingehîn ew e ku li welat însanên astengdar qet tunebin û got: “Dewlet di wateya rasteqîn de wezîfeya xwe dewleta civakî nake. Mafên wekhev li welatiyan belav nake. Ji ber vê yekê nake jî astengdar di malên xwe wek girtiyan e û yên li wan dinêrin jî gardiyanê wan in. Her derbirîna malbatekê ev e. ‘Ez bimirim wê çi bibe?’ Bi salane em bi vê ferasetê re têdikoşin. ”    ‘EM QURBANIYÊN FERASETA LI TIRKIYÊ NE’    Boyraz anî ziman ku tevî ku gelek mafên qanûnî ji wan hatine nasîn jî lê feraseta dewleta civakî na sepine û di warê kar û civakîbûnê de dewlet derfetan ji bo wan naafirîne û got: “Li her qadên jiyanê ji bo astengdaran derfet nînin û li her dever astengî ji bo me hene. Her der ji bo me asê ye. Astengdaran li qadên xebatê zêde nakin. Li gorî kadroyên dewletê nêzî 20 milyon astengdar divê bigirin kar. Lê ev hejmar nayê sepandin. Dewlet astengdaran nagire kar. Em li ser daxwaza nebûne astengdar. Em qûrbaniyên feraseta şaş a li welat in. Tirkiye mîna ku li fabrîkayê bi afirîne, astengdaran diafirîne.”