Ji ber êm ji sewalên xwe re nedîtin koçî Botanê kirin 2017-12-07 09:59:40 COLEMÊRG-Ji ber qedexeyên di bin navê “Herêma Ewlekariya Taybet”ên li zozan û çêreyên Colemêrgê gundiyan nekarîn amadekariyên xwe yên zivîstanê bikin. Ji ber zêdebûna buhayên êm û kayê gundî ji mecbûrî koçî herêma Botanê kirin.  Li Colemergê, di nava salê de pirî caran di bin navê “Herêma Ewlekariya Taybet” de qedexeya derketina derve li herêmên bajêr hatin îlankirin. Ev rewş welatiyên ku bi sewalvaniyê debara xwe dikin mexdûr dike û di mehên Havînê de, ji ber qedexeyên zozan û çêreyan tim hatin îlankirin, welatiyên gundê Çemê Osman ên Geliyê Zapê nikarin gihayên xwe berhev bikin. Ji ber gundî niakrin êm û kayê peyda bikin, ji neçarî koçî herêma Botanê dikin.   KOÇÎ BOTANÊ DIKIN   Gundiyê bi navê Bekîr Yîgît, diyar kir ku ji ber qedexeyên derketina derve yên zozanan nikarin gihayên xwe berhev bikin  û wiha axivî: “Li herêma me zivîstan dijwar derbas dibin. Sewalên me 5 mehan di gomande dimînin. Ji ber ku me giha berhev nekir, ka bi destê me nakeve. Kaya ku tînin vir jî buhaye. Em nizanin em ê li van deran çi bikin, ji ber vê yekê me biryar da ku em koçî Sîlopiyayê bikin.”   ÇÊREYAN KIRÊ DIKIN    Yîgît, anî ziman ku dê li gorî hejmara sewalan li herêmê çêreyan kire bikin û wiha got: “Li gorî hêjmara sewalan em 10 hezar an jî 30 hezar TL didin xwediyê çêreyan. Em ê pere bidin şivanê li wê derê me girtî jî. Li gel vê yekê rewşên nexweşîn û lêçûnên me yên din jî derdikevin holê. Bi vê rewşê re dê êdî kesek sewalan xwedî neke.”   SEWALKARÎ ZEHMET BÛYE   Yek ji welatiyên gund Abdullah Yîgît jî, diyar kir ku wan ji ber îlankirinên “Herêmên Ewlekariyên Taybet” nikaribûye giha bidirû û wiha axivî: “Îsal herêma me qedexe kirin. Ji ber vê me gıha nedirût. Em êdî nikarin êm û kayê bikirin. Buhayê wan zêde ye. Ji ber vê em neçar in koçî herêma Botanê bikin. Gelek sewalên me dê ji ber nexweşîn û rêwîtiyê venegerin. Di nava van şert û mercan de sewalkarî zehmet bûye.”   'ÊDÎ KES NIKARE DEBARA XWE BIKE'    Ajokar Fazil Taş jî, anî ziman ku bi karê barkêşiyê debara mala xwe dike û wiha axivî: “Lêçûnên mazot û yên din her ku zêde dibin kes nikare debara xwe bike. Ji bo karê barkêşiyê bikim, min qaseyên barkirinê yên sewalan di wesayîta xwe de çê kirin. Rewşa me pir xerab e.”   MA / Hamza Gunduz