ROJEVA 02'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-02 09:00:22     * Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê  re 25 sal derbas bûn. Rojnameger Huseyin Aykol ku bûye şahidê serpêhatiya çapemeniya azad, diyar kir ku berê avahî dihatin bombekirin û wiha got: "Berê avahî bombe dikirin û digirtin. Lê niha bi dehan xebatkarên çapemeniyê tên girtin û dixwazin rojnameyan bigirin. Rojnameger Tugrul Eryilmaz jî anî ziman ku ew agir niha jî her kesî dişewîtinê.    * Cîgirê Serokê Baroya Agirî Vural Kaya da zanîn ku haya wan ji qedexeya walîtî li bajêr radigihîne nîne û beriya qedexe were ragihandin divê du roj berê ji sazî û raya giştî re were ragihandin.    * Endamê Komîsyona Koçberî û Sitargehê ya Baroya Wanê parêzer Mahmut Kaçan got: “Hin kesên jiyana penaberan ji xwe re dikin hedef, ‘li ser cesede wan’ şêlandinê pêk tînin. Me tespît kir ku piştî penaber ya dimirin an jî hêj sax in tên şêlandin.”    * Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê  re 25 sal derbas bûn. Rojnameger Huseyin Aykol ku bûye şahidê serpêhatiya çapemeniya azad, diyar kir ku berê avahî dihatin bombekirin û wiha got: "Berê avahî bombe dikirin û digirtin. Lê niha bi dehan xebatkarên çapemeniyê tên girtin û dixwazin rojnameyan bigirin. Rojnameger Tugrul Eryilmaz jî anî ziman ku ew agir niha jî her kesî dişewîtinê.    * Serokê Komeleya Astengdaran a Tirkiyê Şukru Boyraz diyar kir ku Tirkiye wek li fabrîkayan hilberîne astengdaran hildiberîne û got: “Em qûrbaniyên feraseta şaş a li welat in.”    * Li Edeneyê ji ber gorên zarokên wan doz li 3 malbatan û li 2 hosteyê mermer bi angaşta “Propaganda rêxistinê kirine” hat vekirin.    * Pêşketina çûnehatê û teknolojiye bandora etariyê jî nema. Etartî demên xwe dawî li gundên sêgoşeya Sêrt, Mêrdîn û Êlihê didomîne.    * Koçerên ji herêma Şirnexê çûn zozanan bi destpêka sermaya hewayê re vedigerin warên xwe. Li navçeya Hezexê koçeran konên xwe vedane û jiyana xwe didomînin.   * Derûnnas Denîz Sevîmlî diyar kir ku li Tirkiyê îqtîdara heyî çanda tirsê ava dike û xwe li ser jiyana kesan serdest dike û întîxarên diqewimin jî ji ber rewşa serdest e.    * Yek ji xêzevanê Kovara Zrîngê Mam Cîcî diyar kir ku ew girseyek tune ye ava dikin û got: “Ziman pêwîstiya dewamkirina jiyanê ye.”    *TMMOB ji bo agahdariya Sempozyuma Enerjiyê a ku dê di 5-6-7’ê Kanûnê de li Amedê bê lidarxistin daxuyaniyê dide çapemeniyê. 10.00    *Doza Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadir Şen, Amîrê TEM’a Nisêbînê Unal Uyar, Amîr Serkan Bekir Aşali, sercerdevan Fîkret Aslan û hin polîsên ku ji talan, îşkence û hin sûcên din têne darizandin dê bê dîtin. 10.00   *Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê li Wanê beşdarî taştêya piştgiriyê a TUHAYDER’a Wanê bibe. 12.00   *MYK’ya CHP’yê bi beşdariya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu, dê li Navenda Giştî a CHP’yê kom bibe. 12.00   *Li Stenbolê dê di derbarê pêkûtiyên li ser Navenda Çandê ya Îdîlê de daxuyanî bê dayin. 12.00   *Akademîsyenên bo Aştiyê, dê li Stenbol û Amedê, bo mafên xwe yên hatine xespkirin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 13.00   *Malbatên girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, ligel parlamenteran dê li ber girtîgehê êrîşên li ser girtiyan protesto bikin. 13.00