Parlamentera HDP’ê Îmîr: Me dîroka berxwedanê nivîsî 2019-12-01 15:27:13   ŞIRNEX – Rêxistina HDP'ê ya Hezexê 3’emîn Kongreya Asayî pêk anî. Di kongreyê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, diyar kir ku gelê Botanê tevî hemû zext û tundiyan, gav paşve neavêtiye û dîroka berxwedanê nivîsîne.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê 3’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Rêxistina HDP'ê, kongre li avahiya navçeyê pêk anî. Di kongreyê de Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Aştiyê û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar amade bûn. Beriya kongre pêk bê, girseya beşdarî Kongreyê bûn, li pêş avahiya HDP'ê li ber def û zurneyan govend gerandin. Girseyê cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û salon tijî kirin. Kongreyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz girtinê dest pê kir. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Hezexê Hasan Ozguneş, diyar kir ku gelê Kurd li dijî êrîşên dijwar li ber xwe dide û got: “Îqtîdara AKP-MHP'ê bi zilm û tundiyê emrê xwe dirêj dike. Lê em li hemberî van zextên wan çong danînin.    Di kongreyê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî diyar kir ku gelê Botanê tevî hemû zext û tundiyan, gav paşve neavêtiye û dîroka berxwedanê nivîsîne. Îmîr wiha got: “Li hemû bajaran li dijî rêveberên me û partiya me êrîş pêk hatin. Lê me li dijî van êrîşan bi biryar û baweriyek mezin têkoşîna xwe berdewam kir. Em diçin ku bi tang û topan me dişopînin. Gelê me her dem li ber xwe da. Li dijî vê zilm û tundiyê gelê Botanê tu carî serî û çong netewand. Gelê Botanê dê bi vê têkoşîna xwe dîrokê binivîse. Em li hemberî vê berxwedana dîrokî çong datînin."    Piştî xwendina raporan û hilbijartinê ji bo Hevserokên HDP'ê ya Hezexê Yasin Oztaş û Nafiya Geçgel hatin hilbijartin.